Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kevirê bîngehîn a mala Êzîdiyan hate danîn

Dîmen

TIRBESPIYÊ – Bi beşdarbûna nûnerên hemû gelan kevirê bingehîn ê mala Êzîdî li navçeya Tirbespiyê hate danîn.TIR-DANINA-KEVIRE-RESA-YA-IZIDI (10)

Di merasîma danîna kevirê bingehîn ê Mala Êzîdiyan, Hevserokatiya Kantona Cizîrê, Meclîsa Rêveber a Sîstema Fedral a Bakûrê Sûriyê, Meclîsa Sûriyê Demokratîk, Desteya kar û barê Oldaran û Partiyan û desteyên Siyasî a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamilo a herêma Cizîrê, amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzigirtinê dest pêkir. Paşê Şêx Himêdî Deham EL-Hadî û Hevseroka Mala Êzîdiyan Leyla Îbrahîm kevirê bîngehîn danîn.

Piştre gelek axeftin hatin kirin, Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham EL-Hadî axivî û wiha got: “Em gelê Êzîdî pîroz dikin û dibêjin ku bila buyerên berê ji bîr bikin, îro hûn di avakirina nifşekî ronî ji bo hemû gelê herêmê re, beşdar dibin. Gelê Êzîdî tevî ku zehmetî û êşkenceya ku dîtin lê bi xaka xwe ve girêdayîne.”

Di bedewama danîna merasîma kevirê bingehîn de her wiha Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriye Demokratîk Hikmet Hebîb jî axivî û gelê Êzîdî û hemû gelê herêmê pîroz kir wiha got: ” Ev komkujî dil û rihê gelê Êzîdî yê pak hate hedefgirtin, lê divê ku em xemgînî û hêsran ji bîr bikin ji ber ku ev dem dema avakirinê ye.”

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sîstema Fedraliya Bakûrê Sûriyê Mensûr Selûm axivî û wiha got “Tiştên ku em îro di merasîma danîna kevirê bîngehîn dibînin û bi beşdarbûna hemû gelê herêmê, tiştekî mezine û mizginiya pêşerojeke ronî ye, ev hemû bi saya fikir û felsefeya Netewa Demokratîk û biratiya gelane, bi saya xwîna şehîdên ji hemû pêkhateyên hatiye rêsan.ʺTIR-DANINA-KEVIRE-RESA-YA-IZIDI (4)

Merasîm bi axeftina Hevserokê mala Êzîdiyan Îlyas Seydo bi dawî bû, Seydo spasiya beşdaran kir û wiha got: “Em wek gelê Êzîdî em destê xwe ji hemû gelên herêmê re ji bo ku em azadî, edalet û rakirina zulma li ser gelan têdikoşin.ʺ

(jo)

ANHA