Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kilîpa berxwedaniya Şêxmeqsûd tê amadekirin

NÛRÎ UMER

HELEB – Navenda Çand û Hunera Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, ji bo mayîndekirina destana berxwedana ciwanên taxê mayînde bikin, kilîpek bi navê”Berxwedana Şêxmeqsûd”amade dike.

Di kilîpa ku li taxa Şêxmeqsûd de tê kişandin, gotinên strana kilîp balê dikşîne ser êrîşên Rejîma Baas û çeteyan li ser taxê di destpêka aloziya Sûriyê de. Her wiha berxwedana gel bi hemû pêkhateyên xwe û sekna wan li rex şervanên YPG/YPJ û têkbirina hemû plan û êrîşên li ser taxê, di dimîne de diyar dibe.

Di kilîp de cihên ku berxwedanî lê hatiye meşandin cih digre

Di dîmenên kilîpê de, kolan û zabûqên taxa Şêxmeqsûd û cihên ku şahîdiya berxwedana şervanan û ciwanên taxê dike, cih  digrin. Di  heman demê de, kolanên ku komkujî di encama topbarana çeteyan a bi çekên kîmawî û giran çêbûne, di kilîp de cih digrin.

Her wiha di kilîp de, noqte û kozikên şervanên YPG û YPJ`ê li taxê ku efsaneyên dîrokî li wir  nivîsandin û ew der niha ji bo şervanan û pêkhateyên Şêxmeqsûd bûne cihê herî pîroz, diyar dibe.

Li gorî komîteya çavdêriya amadekirina kilîpê, 3`yê jinên  ciwan û 3 mêr ku endamên  Navenda Çand û Hunerê ne, stran tomar dikin. Gotin û awazên kilîp jî, ji aliyê endamên navendê bi zimanê Kurd hatina amadekirin.

‘Berxwedana Şêxmeqsûd pêwîst e bibe malê dîrokê’

Têkildarî mijarê, Endama Navenda Çand û Hunerê Rengîn Ebdo, diyar kir ku êrîş û berxwedana lehengî ku li taxa Şêxmeqsûd hate nivîsandin pêwîst e bibe  malê dîrokê û ev kilîp gaveke ji bo pênasekirina efsaneya berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê, ji nifşên pêşerojê re ye.

Endamê Navenda Çand û Hunerê Fewzî Osman jî derbarê kilîp de ev tişt anî ziman:”Piştî berxwedana şêniyên taxa Şêmeqsûd û tevlîbûna nava refên YPG û YPJ`ê ji bo parastina taxê, gelek şervan li taxê şehîd bûn, em dixwazin bi rêya vê kilîpê wê berxwedanê nîşan bidin”.

Sara Osman jî ku yek ji endamên navendê ye û di nava kilîpê de cih digre, got ku ew dixwazin  careke din ji peyamekê bidin raya giştî ku li hemberî êrîşa li ser taxa Şêxmeqsûd çêbûye, bêdeng nemînin.

Li gorî komîteya çavdêr, tê payîn di hefteya pêş de, amadekarina kilîpê bi dawî bibe.

(rr/kc)

ANHA