Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Kilîta aştiyê di destê Ocalan de ye’         

Dîmen

SILAVA EBDULREHMAN

QAMIŞLO- Dayîka bi navê Delal Munîr Ebdor beriya 25 salan Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dît. Dayîka Delal diyar kir ku kilîta aştiya li herêmê di destê Ocalan de ye û ev tişt anî ziman: “Divê dewletên cihê xwe di komployê de girtin, ji bo azadiya Ocalan kar bikin.”QAM-DITNAMIYN-JI SEROKRA PO DERMAN (2)

Dayîka bi navê Delal Munîr Bedor di sala 1960’yî de hatiye dine. Dayîk Delal ji bajarê Silinfê ya nêzî bajarê Laziqiyê ya Sûriyê ye. Bi tekoşer Cemaledîn Elo yê ji Qamişlo re zewicî.Hevjînê Delal di sala 1995’an tevlî Tevgera Azadyiyê bû û di sala 2005’an di girtîgehên rêjîma Baas de di bin êşkenceyê de şehîd bû.

Dayîk Delal kurê wê Mihemed Elo (Cimşîd) jî di sala 2015’an de di berxwedana Girê SPî de şehîd bû. dadyîk Delal dibêje ku wê di sala 1993’an Rêberê Gelê KURd Abdulah Ocalan dîtiye. Derbarê wê rojê de jî dibêje ku gelekî bi bandor bû û hîn jî wan kêliyên ku 25 sal di ser e derbas bûye bibîr tîne.

Axaftinên Ocalan di bîra wê de ne

Dayîk Delal da zanîn ku pir dixwest ku Ocalan bibîne û derbarê wê rojê de wiha got: “Ez ketibûm panîkê, min digot qey di xewnê de me. Derdora saetekê ji me re axivî. Li ser doza kurdî, şoreşa ciwanan û da zanîn ku wê şoreş bi ciwana biserkeve. Her wiha da zanîn ku bingeha şoreşê gel bi xwe ye û serkeftina wê bi gel pêk tê. Digot heta ku hemû cîhan dev ji me berdin jî tenê malbatên şehîdan li gel me bin ew ji me re bese.”

Dayîk Delal her wiha da zanîn ku Rêberê Gelan Ocalan got ku divê her kes berpirsyariyên şoreşê bigre ser xwe û wiha dom kir: “Divê her kesek berpirsyariyên xwe yên derbarê şoreşê pêk bîne. Divê her insanek bi rihê berpirsyariyê tevbigere, her kes xwe wekî rêberekî bibîne. Min nerîn ji bo ronîkirina riya we da we, ez jî ji we hêvî dikim ku hûn kar bikin û ji xwe re tiştekî saz bikin.”

‘Tekoşîn ji bo azadiya gelan e’

Derbarê naveroka hevdîtina wê bi Ocalan re dayîk Delal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêbertî ji me re got Rojhilata Navîn bi hemû gelên xwe pêwîstiya wan bi şoreşarizgarkiriyê heye, divê xwe ji rêjîmên desthildara rizgar bikin. Lê gelê kurd rastî siyasetên herî dijwar û inkarê tê. Gelê ji hemû mafên xwe bêpar ma, nikarîbû bi zimanê xwe biaxive. Ji ber vê me dest bi şoreşê kir, tekoşîna me ya rizgarkirina hemû gelên bindestin.”

Dayîka Delal, dibêje ku dîtina wê ji Ocalan re bandor li kesayeta wê kiriye û girêdana wê ya bi Tevgera Azadiyê re zêde kiriye.

‘Komplo nelet kir’

Dayîk Delal derbarê komploya Navdewletî de jî got ku ji ber Rêberê Gelê Kurd  Abdulah Ocalan ji ber tekoşîna xwe rastî komol hat û wiha dom kri: “Gelek dewletên desthiladar cihê xwe di komployê de girtin. JI ber Ocalan ji bo azadiya gelan tekoşînê dike, komplo pêk anîn. Rêber Ocalan riya bindestan ronî kiriye, ew kesayeta aştî û demokrasiyê ye.”

Dayîk Delal di dawiya axaftina xwe de komplo nelet kir û got ku ew ê ji bo azadiya OCalan heta dawî tekoşîna xwe ya li ser esasê fikrê Ocalan bimomînin û wiha got: “Kilîta Aştiyê li herêmê di destê Ocalan de ye. Bi felsefeya wî wê civak ji tarîtiyê xilas bibin.”

(dc)

ANHA