Têkilî | Derheqê me de
ANHA

KNK: Divê koordînasyonek hevbeş ji bo hêzên parastina Kurdistanê bê ava kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – KNK’ê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê lidar xist û “Pêşnûme Belgeya Pîvanan a ji bo Karê Yekîtiya Neteweyî” bi raya giştî re par ve kir û got ku divê navendeke parastina hevbeş bê avakirin û koordînasyonek hevbeş ji bo hêzên parastina Kurdistanê bê ava kirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar xist û pîvan û prensîbên 5 komxebatên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê werin lidarxistin, eşkere kir.

Civîna çapemeniyê li Navenda Giştî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê pêk hat û endamên Konseya KNK’ê Farûq Cemîl, Kamûran Berwarî, Perwîn Ezîz û endamên KNK’ê Seyîd Ekrem û Ferhat Dostkî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Îbrahîm Sofî tevlî bûn.

Di destpêka civînê de Farûq Cemîl axivî û bibîr xist, ku KNK ji sala 2011’an û vir ve li çar parçeyên Kurdistanê komxebatan lidar dixe û got:”Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber rewşên taybet û kaotîk, ji sala 2011’an û vir ve komxebatan lidar dixe. Di vê çarçoveyê de komxebata destpêkê Cotmeha 2011’an li Brukselê, ya duyemîn ji bo nirxandina rewşa Rojava û Sûriyeyê Mijdara 2012’an li Parlamenta Fransayê, ya sêyemîn ji bo nirxandina rewşa Rojhilatê Kurdistanê Nîana 2014’an li Swîsreyê, ya çaremîn jî ji bo nirxandina rewşa li Başûrê Kurdistanê Îlona 2016’an li Kerkûkê hatin lidarxistin.”

Cemîl diyar kir, piştî komxebatên li ser rewşa parçeyan, 15-16’ê Tîrmeha 2017’an li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya nûnerên zêdeyî 65 partî û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê komxebata şêwrê hate kirin. Cemîl got, “Hêzên siyasî û kesayetên tevlî vê komxebatê bûn, xwestin ku projeya tifaqa neteweyî hê bê xurtkirin û li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê komxebatên nû werin lidarxistin. her wiha biryar hate dayin ku di encama van komxebatan de komxebateke mezin pêk were. Li gorî biryara hate standin, di vê komxebata mezin de jî wê komîteya amadekar a ji bo kongeya neteweyî bê avakirin.”

Piştre Dr. Kamûran Berwarî axivî û anî ziman, ku wan li ser komxebatên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bên lidarxistin, pêşnûmeyek ji pîvan û prensîban amade kirine û wê vê belgeyê pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê bikin. Dr. Berwarî got, “Divê em keştiya xwe bi saxî û selamatî bigihînin bendergehê. Pêwîste em bernamyeke hevpar deynin ber gelê xwe.”

Pêşnûmeya ji pîvan û prensîban

Metna li ser belgeya pêşnûmeya ji pîvan û prensîban, ji aliyê Perwîn Ezîz ve hate xwendin. Li gorî daxuyaniyê, 21 xalên ji pîvan û prensîban ên hatine destnîşan kirin, ev in:

 

1-Berjewendiyên neteweyî û niştîmanî yên demokratîk divê di ser her tiştî de bêne girtin.

2-Kurd û Kurdistanî li ser bingeha mafên xwezayî yên neteweyî û niştimanî, xwediyê mafê çarenivîsa xwe ne û li her aliyê Kurdistanê jî xelkê me dikare biryara statûya xwe bi xwe bide. Ji bo serketina bidestanîna mafê çarenivîsê de, hevkarî û piştgriya neteweyî lazime.

 

3-Di têkoşîna dijî dewletên dagirker û kolonyalîst de, li ser hesaba rêxistinên din ên neteweyî divê nekevin nav hesab û berjewendiyên teng û rêxistinî.

4- Divê hemî pirs û nakokiyên di navbera rêxistinan de rê û alternatîfa diyalogê weke bingeh bêne girtin û bêne çareserkirin. Di gel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be bila bibe, di nav diyalogê de bimînin.

 

5-Divê hemû hêz û dînamîkên neteweyî, di kar û xebatên xwe yên siyasî û propagandayî de zimanê dijminatî û kerb û kînê nexebitênin, zererê negehînin hîs û hesta neteweyî û yekîtiya gel. Herwiha pêwîste nakokiyên nava aliyan de ne di rêya ragihandin û zimanê zivir de, belku bi rêya diyalogê bêne ziman û bêne çareserkirin.

6- Piştevaniya hêzên neteweyî di asta herî bilind de bêne ragirtin.

7-Divê navendeke parastina hevbeş bê avakirin û koordînasyonek hevbeş ji bo hêzên parastina Kurdistanê bê ava kirin.

8-Pêwîste hemû partî û rêxistinên Kurdistanî, li gor prensîbên demokrasiyê tevbigerin, rêz li hevdu bê girtin û di qada dîplomasiyê de jî xetên sor yên berjewendiyên gelê Kurdistanê bêne parastin.

9-Divê navendeke dîplomasiya hevbeş bê avakirin û koordînasyonek hevbeş ji bo dîplomasiya Kurdistanê bê çêkirin.

10-Hebûnên neteweyî divê di asteya yekîtiya neteweyî de bêne parastin û  xwedî lê derkevin û rêz li sembol û nirxên neteweyî bêne girtin.

11-Şerê di navbera hêzên neteweyî de, wekî sûç – tawan a neteweyî bê qebûl kirin.

12-Her kîjan hêza neteweyî li ser têkçûna hêzeke din a neteweyî bikeve nav pratîkeke şaş da, divê wekî alarmeke sor bê nîşan dan û bi ladan ji rê û xeta neteweyî bê hejmartin. Hemû dînamîkên neteweyî di nav van prensîba da bin û refleksa parastina berjewendiyên neteweyî bi rengekî aktîv û lêveker nîşan bidin û rê li ber şkestina navxweyî ya neteweyî bigirin.

13-Ji bo ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk mayînde bibe, divê organîzasyonên wekî konferans, platform, meclis, kongre û yên din bêne pêkanîn.

14- Ji bo ku hem rê li ber çareseriya demokratîk a Kurd û Kurdistanê li Bakur vebe, hem jî pêkanîna tifaq û rêkeftina mezin a navxweyî bi xurtayî û encamgirî bê kirin, divê daxwaza serbestkirina Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bê bilind kirin û ji bo vê yekê jî li welat û meydan û sekoyên navneteweyî xebateke xurtir û bi bandor bê organîze kirin.

15-Pewîste hemû hezên neteweyî û niştîmanî piştgirî bidin kar û hewldanên jin û ciwanan, yên ku ji bo pêşxistina siyaseta yekîtiya neteweyî di tekoşînê de ne.

16- Divê têkoşîna jinên Kurd a ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê bê destek kirin, qehremanî û lehingiya jinên Kurd  bûye mînak, divê di asta navneteweyî de baştir bê nasandin.

17- Peywendiyên di navbera pêkhateyên Kurdistanê de, çi grubên etnîkî û çi yên dînî bin, pêwîste li ser bingehê jiyana hevbeş û wekheviyê bê xurt kirin û rêzdarî û rêzgirtina hemalî wek prensîb bê meşandin.

18- Divê ji nirx, bawerî, tev ziman û zaraveyan, teybetmendiyên çandî û dîrokî yên pêkhateyên Kurdistanê re rêz bê girtin û qebûl kirin, astengiyên li hember van teybetmendiyan ji holê bêne rakirin.

19-Rewşa Kurdên koçber û yên li derveyî Kurdistanê dijîn, bi awayekî taybet bê destgirtin û giringî pêdan, ji bo parastina ziman û çanda wan tedbîrên taybet bêne standin, ji bo bi destxistina hemû mafên wan yên xwezayî û mafê xwe rêvebirinê tekoşîn bê dayîn.

20- Cih û warên ku ji sedema şer û êrîşên dagirkeran hilweşayî  û hatîn wêrankirin, avakirina wan deveran weke erkekî neteweyî û niştîmanî bê dîtin û hemû hêzên kurd û Kurdistanî xwe ji vî karî berpirsyar bibînin.

 

21- Di warê civakî, demokratîk kirin û geşkirina aborî de, ji bo pêşdebirin û serxistina her parçeyekî Kurdistanê, divê hemû hêz û dînamîkên Kurdistanê, berjewendiyên xwe yên bertengên herêmî û rêxistinî danin aliyekê û bê merc bibin hevkar.”

(kc)