Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koalîsyona Ereban hemû deriyên Yemenê girt

NAVENDA NÛÇEYAN – Koalîsyona Ereban ku Erebistana Siûdiyê rêveberiya wê dike diyar kir ku ew ê bi awayekî demkî hemû deriyên ezmanî, bejahî û deryayî yên Yemenê bigirin û got ku ev gav da ku çek ji Îranê neghêjin çekdarên Husiyîn.

Ajansa Fermî ya Erebistana Siûdiyê destnîşan kir ku Koalîsyona Erebî ku li Yemenê li dijî Husiyîn şer dike ragîhand ku ji bo çek ji Îranê ji neghîjin çekdarên Husiyîn ew ê hemû deriyên bejahî, ezmanî û deryayî yên Yemenê bigirin.

Ev gav piştî ku roja şemiyê fûzayek li nêzî balafirgeha Qiral Xalid a navdewletî ket pêk hatiye. Koalîsyona Ereban û Serokê Amarîka Îran bi vê yekê tewambar kirin û diyar kirin ku ev gaveke xetere ku Husiyîn pêk tînin.

(dc)