Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koalîsyona Navneteweyî derbarê ketina balafira rejîma Sûriyê daxuyanî da

NAVENDA NÛÇEYAN – Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hate avakirin ragihand, balafira rejîma Sûriyeyê ya li başûrê Tebqayê ket, ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatiye xistin.20170619-20170618-capture685b33-image42e175-image

Li gorî daxuyaniya hêzên koalîsyonê, bi dema Sûriyeyê saet di 18:43’an de, balafireke bi tîpa SU-22 a Sûriyeyê ku li başûrê Tebqayê êrîşî çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikir, ji aliyê balafira bi tîpa F18 a hêzên koalîsyonê ve hatiye xistin.

Di daxuyaniya koalîsyonê de hat ragihandin, balafirên Sûriyeyê danê nîvro êrîşî çeperên QSD’ê yên li başûrê Tebqayê kirine û li ser vê yekê wan bi Rûsyayê re têkilî danîne û hişyarî dane Sûriyeyê.

Koalîsyonê destnîşan kir, ku ew naxwazen bi rejîma Sûriyeyê yan jî Rûsyayê re şer bikin, lê belê ew ê hêzên koalîsyonê yên li ser erdê li hemberî gefan biparêzin.