Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koalîsyona Navnetewî 400 leşker li Minbic bi cih kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Koalîsyona Nevnetewî ya şerê li dijî DAIŞ‘ê  John Doryan ragihand ku wan 400 leşkerên Amerîkî li bajarê Minbicê bi cih kirine.

Li gorî nûçeyên ku hin dezgehên çapemeniyê belavkirine, Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ‘ê John Doryan ragihand ku Hemleya Xezeba Firatê pêş ve diçe. Doryan daxuya kirin ku wan zêdetirî 400 leşkerî Amerîkî li bajarê Minbicê bi cih kirin.

Pentagon demek berê di vê hefteyê de ragihandibû ku wan leşker xwe li bajarê Minbicê bicihkirine. Ajansa me jî ev yek bi dîmen û wêneyan isbat kir.

 (rr/bb)

ANHA