Têkilî | Derheqê me de

Kobanê ji bo 19`ê Tîrmehê tê xemlandin

HAT NÛKIRIN

KOBANÊ – Komîteya amadekar ya çalakiyên 19`ê Tîrmehê dest bi xemlandina bajêr kir.

Ji bo festîvala 19`ê tîrmehê Komîteya amadekar ya çalakiyan û welatiyên kobanê dest bi xemlandin bajêr kirin. Bajar bi rengê kesk , sor û zer tê xemlandin. Her wiha li derdora peykera Fermandar Egîd jî  hat xemilandin.

Komîteya amadekar belavokên şêniyan vexwendî festîvalê dikin li kolan û bazara bajarê Kobanê belav kirin.

Endamê Komîteya amadekar Arif Balî anî ziman ku wê festival saet 09:00 destpê bike û wiha pê de çû:ʺ Wê roja yekem a festîvalê pêşengeha wêneyên zarokan xêzkirine, lîstokên werzîşê, axavtin û xwarinên gelêrî werin pêşkêş kirinʺ.

(şm)

ANHA