Têkilî | Derheqê me de

Kobanê ji bo Efrînê li ser piyan e

KOBANÊ – TEV-DEMʹê ji bo piştigirya Efrîn û şermezarkirina tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin, li gundên rojhilat bi diurşmeya ʺBijî berxwedana gelê Efrînêʺ meşek lidar xistin.KOBANE-MES-JI-BO-EFRINE ‫(1)‬ ‫‬

Endamê Kordînasyona Meclîsa TEV-DEMʹê Ferhad Dêrik, Serokê Desteya Parsitnê û xweparstinê Ismet Şêx Hesen jî di nava bi sedan şêniyên gundên rojhilatî katnona Kobanê tevlî meşê bûn.

Meş ji Meydana Şehîdan a gundê Şêranê destpê kir. Girseya gel bê navber diruşmeyên dilsozya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û diruşmeyên li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk beriz dikirin. Beşdarên meşê posterên Ocalan, wêneyên şehîdan, al û sembolên TEV-DEM û PYD hilgirtibûn. Her wiha pankartên bi nivîsên ʺBijî Berxwedana Gelê Efrînê vekiribûn.

Meşvan heta gundê Hilinc meşiyan. Li vir meşvan kom bûn û piştî rêzgirtinê Endma rêveber a Kongreya Star Meşte Nûr axivî û got ku şêniyên Kobaên berxwedana Efrînê silav dikin û ev tişt anî ziman: ʺEm di wê baweriyê de ne ku çeteyên piştigirya xwe ji hikûmeta Erdgona digrin û bi êrîşên xwe dixwazin îradeya me bişkînin wê têk biçin. Wê bi rihê berxwedan û tekoşîna gelê Efrîn û Şehbayê û hevgirtina wan dijm têk biçin.ʺKOBANE-MES-JI-BO-EFRINE ‫(1)‬

Meşte Nûr her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî şermezar kir û soz da ku dê tekoşîna xwe ya lis er riya şehîdan da ku Sûriyeke Feral a Demokratîk ava bibe, bidomînin.

Paşê Serokê Meclîsa Xeta Rojhilat a Kantona Kobanê Cemal xêro axivî û got ku bi rihê berxwedana Kobanê û bi rihê Şoreşa 19ʹê Tîrmehê dê dê gelê Kobaên piştgiriya berxwedana gelê Efrînê bikin û wiha got: ʺEm ê rê nedin ku bostek ji xaka Rojava ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan were dagirkirin.ʺ

Piştî axafitn bi dawî bûn, girseya gel bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

(dc)

ANHA