Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kobanê xwe ji bo Newrozê amade kiriye

NÛRŞAN ÎBREHÎM

KOBANÊ – Komîteya Amadekar a şahiya Newrozê amadekariyên xwe yên şahiyê dihemû aliyê wê de bi dawî kirine.  Welatî jî bi coş û heyecan li benda şahiya Newrozê ne.KOBANE-HEZRTIYEN-JI-BO-NEWROZE1

Komîteya Amadekar a Pîrozbahiya Newroê ya Kobanê ku ev 15 roj in dest bi amadekariyên xwe dikirin, amadekarî bi dawî kirin.

Komên çendî yên girêdyaî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bernameyênx we yên ku dê sibe di şahiyê de werin pêşkêşkirin amade kirine. Di şahiyê de her wiha dê koma Girê SPî, Komek ji Qamişlo û koma Kevana Zêrîn a Jinan jî beşdarî şahiyê bibin.  Ji Kobanê jî dê koma zarokan a Şehîd Arîn û Koma Baqî xido, her wiha dê şervanên YPGʹê jî gurzek stran pêşkêş bikin.

Komên dîlanan jî dê govendan pêşkêş bikin. Dê koma Şehîd SÎpan, Koma Perwîn, Koma Rêvan a Zarokan, Koma Şehîd Idnan a girêdayî navenda çand û Hunerê ya Xurxorê jî dê govenê pêşkêş bikin. Koma Şehîd Yekta û Koma Dîka jî dê şanoyan pêşkêş bikin.

Bajar hate xemilandin

Komîteyê ji beriya 5 rojan ve dest bi xemilandina bajar kirin. Di vê çarçoveyê de riyên sereke, qad û çerxeriyên heyî yên bajar bi alên TEV-DEM, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên derbarê Newrozê de hatin xemilandin.

Di tevahî banar de zêdeyî 6 hezar alên TEV-DEMʹê hatin dalqandin, her wiha 50 hezar pankartên bi nivêsên derbarê Newrozê de hate xemilandin. DI heman demê de wêneyên şehîdan di qadan de hatin danîn.

Komîteya amadekar îro hemû xebatên xwe yên ji bo pêşwazîkirina Newrozê bi dawî kirin, her wiha dê îro Posterekî Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan were dalqandin û dê pankarta Şîara Newrozê were danîn. Diruşmeya Newrozê jî ʺBi rihê Newroza Fedraliya Bakurê Sûriyê em berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikinʺKOBANE-HEZRTIYEN-JI-BO-NEWROZE2

Hêzên ewlekariyê jî di çarçoveya parstinê de hemû amadekariyên xwe pêk anîne. Hêzên Asayîşê, hêzên HPC û Hêzên Erka Xweparastinê kar ji bo parastinê serferberbûne û parstina bajar xistine bin ewlekariya xwe de. Hêzên Asayîyşê ji destpêak ddarê destbi parstina qada Newrozê kirin, nobedarî bi şev û roj tê kirinê.

Rêveberiya Asayîşê derbarê şahiyan de biryarnameyek derxist û ji welatiyan xwest k utu kes di êvara Newrozê de agir pênexin û komabûnan lidar nexin.

Welatiyên Kobanê jî bi coş û heyecaneke mezin li benda Newroz 3ʹyemîn a piştî berxwedana dîrokî û rizgarkirina tevahiya Kobanê ji komên çete yên DAIŞʹê ku dê pêk were.

Di bazarên bajar de cil û bergên herêmî û rengên filklora kurdî li hemû qad û kolanan diyar dibe.

Jina bi anvê Yaza Bozan kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku wan xwe ji bo pêşwazîkirina Newrozê amade kirine û hestê xwe bi van gotinan anî ziman: ʺEm gelek bi hatina Newrozê kêfxweş in. Em vê rojê li berxwedana Kobanê û li rihê Arîn Mîrkan û hemû gelê Kobanê pîroz dikin. Em Newrozê li Malbatên Şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz dikin.ʺKOBANE-HEZRTIYEN-JI-BO-NEWROZE4

Welatiyê bi navê Mehmûd Îsmaîl terziye û cilên kurdî ji welatiyan re didrû got ku serdana welatiyan a çêkirina cilên kurdî balkêşe û wiha domkir: ʺÎsal hejmare welatiyên ku berê xwe didin cilê kurdî pir zêde ne.ʺ

(dc)

ANHA

MEHMUD KOBANE-HEZRTIYEN-JI-BO-NEWROZE YAZ BOZAN