Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçbera ji Helebê li Rojava azadiya xwe bi dest xistiye

Dîmen

MÛRADA KENDA

QAMIŞLO- Dayîka 54 salî Edîbe Tawûz ev 7 sal in ji bajarê Helebê koçberî Rojava kiriye û ji bo debara xwe ya jiyanî niha li Qamişlo di koperetîfa Şilêr de dixebite. Edîba dibêje ku beriya şoreşa Rojava wê ne dikarî kar bike û ev tişt anî ziman: “Beriya niha me wekî jin ne dikarî kar bikin, lê di pêngava Şoreşa Rojava de êdî em bi hêza xwe debara xwe ya jiyanî pêk tînin.”QAM-CIHE-MIN-BIÇUKE-LE-HÊZA-MIN-MEZINE (4)

Dayîka bi navê Edîbe Tawûz (54) di destpêka şoreşa Sûriyê de ji bajarê Helebê koçber bû û berê xwe da Rojava. Dayîk Edîbe dayîka 12 zaroka ne, zarokên xwe zewicandine û yek ji wan niha li gel wê li bajarê Qamişlo jiyan dike. Du sal berê Dayîka Edîbe ji ber pirsgirêkên malbat ji hevjînê xwe vediqete û niha bi zarokeke xwe re li bajarê Qamişlo jiyan dike.

Dayîk Edîbe, ji bo debara xwe ya malbatî pêk bîne, bi hêza xwe di kopertîfa Şilêrê ya bajarê Qamişlo de kar dike. Di kopertîfê de rojane saet di 06.00’an de dest bi kar dike. Heta saet 15.25’an bi tena serê xwe karê xwe yê firotina mast, şîr û penîr didomîne.

Pirsgirêkên xwe çareser kirQAM-CIHE-MIN-BIÇUKE-LE-HÊZA-MIN-MEZINE (1)

Dayîk Edîbe, di riya kooperatîfê de piskireke xwe ye jiyanîre  çareserî kiriye û debara xwe ya jiyanî ji wir pêk tîne. Dayîk derbarê kar xebatên xwe de wiha got: “Ne ji vê sîstema kopertîfa diba ku min kar peyda ne kiribe, min ê gelek zehmetî kişandiba. Ji ber kopertîfan derfetên kar ji hem jinan re vekir.”

Dayika Edîbe destnîşan kir ku beriya niha wê ne dikarî karkiriba û li ser mijarê wiha got: “Beriya niha me ne dikarî kar kiriba. Rejîma Baas jin fetisandibû, jin bi hezaran salan e winda bûye, lê di şoreşa Rojava de êdî jin azadiya xwe bidest dixe. Ez ji xwe bawer di kooperatîfe de her roj di nava kelecanê de kar dikim.  Ne wekê berê her dem bi tirs bûm. Ev bawerî û azadiya me qezenckiriye, berhemên şoreşa Rojava ye.”

Min soz daye ku ez ê karê xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwaz im hemû jin ji  hêza xwe bawer be û bi derfetên xwe yên heyî hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Îro derfeta vê yekê pêkaneye.”

(dc)

ANHA