Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên Dêrazorê: Berxwedana Efrînê wê serbikeve

Dîmen

FÎRAS TEYAWÎ

DÊRAZORKoçberên di kampa Ebû Xeşeb a girêdayî Dêrazorê de jiyan dikin, diyar kirin ku ew destwerdana dijminane ya li dijî herêma Efrînê ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin qebûl nakin û dane zanîn ku ew amadene bi hêza xwe piştgiriya gelê Efrînê bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 20’ê meha çile ve êrîşî herêma Efrînê dikin. Di êrîşê de hemû cûreyên çekan bikar tînin.

Li dijî êrîşan gelê Bakurê Sûriyê ji roja êrîş hatine destpêkirin li ser piyane, gelek çalakî û meş hatin lidarxistin.Koçberên di kampa Ebû Xeşeb a Dêrazorê de jiyan dikin jî gotin ku ew ê dagirkeriya xaka Sûriyê re qebûl nakin û gotin ku ew ê jî piştgiriyê bidin gelê Efrînê.

EHMED SEX

Koçberê bi navê Ehemd El-Şêx got ku ew êrîşa hovane ya li ser xaka Sûriyê qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Em êrîşa li ser xaka Sûriyê û bi teybet Bakurê Sûriyê qebûl nakin. Herêma Efrînê bi saya tekoşîna şervanên QSD’ê hatiye rizgarkirin. Pîlanên Tirkiyê yên di Sûriyê de kevn in. gelek caran hewl da ku xaka Sûriyê dag ir bike.”

HEDER MIHEMED

Koçberê bi navê Heyder Mihemed jî destnîşan kir ku ew amadene bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana Efrînê bikin û ev tişt anî ziman: “Efrîn wê biserkeve, em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana Efrînê bikin. Emê rê nedin ku dagirker xaka me dagir bikin.”

DAYIKA MIHEMED

Welatiya koçber a bi navê Diya Mihemedjî got ku em dagirkeriya dewleta Tirk a ji xaka SÛriyê re qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Bapîrên Erdogan dewleta Osmanî berê jî Sûriyê wêran kiribûn, wêranî bi serê gelê wê de anîn, niha jî Erdogan heman tiştî dike. LÊ bela baş bizane çawa çeteyên DAIŞ’ê têk çûn, wê gelê Efrînê jî Erdogan têk bibin.”

HIBA EBDULAH

Koçbera ciwan a bi navê Hîba El-Ebdela êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got:”Berxwedana Serdemê wê biserkeve, wê Erdogan û Artêşa wî têk biçe. Em hemû bi gelê Efrînê re ne.”

(dc)

ANHA