Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên El-Tiwêhîna banga peydakirina pêdiviyên zivistanê dikin

Dîmen

Dîmen: Koçberên El-Tiwêhîna

TEBQA – Koçberên di kampa El-Tiwêhînê de hatine bicihkirin spasiya rêveberiya kampê kirin û diyar kirin ew ji rewşa xwe razî ne, lê divê rêveberî pêdiviyên wan ên demsala zivistanê peyda bike.

Kampa El-Tiwêhîna li bakurrojavayê bajarê Tebqayê hatiye avakirin û gelek koçberên ji bajarê Reqa û hin deverên din ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne hatine bicihkirin. Koçberên di kampê de dane zanîn ku ew ji rewşa xwe ya di kampê de razî ne û rêveberiya kampê bi hemû derfetên xwe alîkariya wan kirine, lê bi nêzîkbûna demsala zivistanê koçberan ji rêveberiya kampê xwestin ku pêdiviyên zivistanê ji wan re peyda bike.TEPQA-KOCBEREN-TIWHNA3

Koçberekî di kampê de ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku ew ji gundewarê rojhilatê Hemayê koçber bûye û wiha got: “Ez nikarin kampê weke mal û warê xwe bibînim, lê rewşa me di vê kampê de gelekî baş e û ji jiyana perîşantiyê baştir e.”

Niha di kampê de 1200 malbat hatine bi cihkirin û evan koçber jî ji bajarê Reqa, gundewarên Hema, Humis û Helebê hatine û ji ber sere desthilatdariyê neçarî koçberiyê bûne.

Heman koçberî spasiya rêveberiya kampê kir û got ku hemû pêdivî û xwarina wan û tenduristiyan wan peyda kirine û wiha anî ziman: “Di kampê de du navendên tenduristiyê hene û di van navendan de bijîşkên pispor dixebitin. Her wiha derman jî bê pere li hemû koçberan belav dikin.”TIRKIYEA XILEF

Koçbera bi navê Tirkiyê El-Xilêf bang li rêveberiya kampê û rêxistinên navnetewî kir ku bi nêzîkbûna demsala zivistanê re pêdiviyên zivistanê ji wan re peyda bikin û wiha got: “Gelek koçberan dar ji derdorê hilkirin û pê xwarina xwe amade dikin, divê rêveberî sotemeniyê ji wan re peyda bike da ku dar neyên hilkirin.”

Hêjayî gotinê ye kampa El-Tiwêhîna di nîvê meha Hizêrana borî de hatiye avakirin.

(jh)

ANHA

TEPQA-KOCBEREN-TIWHNA1 (1)