Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên kampa El-Kerame banga alîkariyê li rêxistinên mirovî kirin

RÛKEN BERÎ

HESEKÊ – Koçberên kampa El-Kerame banga alîkariyê  li rêxistinên mirovî kirin, ji ber hejmara koçberan her ku diçe zêde dibe û hemû pêdiviyan wan nayên bicihanîn.

Şêniyên bajarê Reqqayê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ′ê koçî herêmên azad dikin. Ji ber vê hejmara koçberan li kampa El-Kerame her ku diçe zêde dibe.

Li kampê ji ber derfetên kêm, hemû pêdiviyên koçberan nayên bicihanîn. Li ser vê yekê koçberan bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kirin ku bi wan re bibin alîkar.

FATIMA XELEF

Jina koçber a bi navê Fatma Xelef a ji bajarê Reqqayê anî ziman ku wan gelek êş dîtin heta xwe gihandin kampê û wiha got: ″Çete sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin, ji ber vê me warên xwe terk kirin. Şervanên QSD′ê bi me re bûn alîkar û jiyana me bi ewle kirin.″

Fatma banga li rêxistinên mirovî kir.

BESIR HEMUD

Koçberê bi navê Beşîr Hemed ê ji bajarê Tebqayê ye, da zanîn ku bi hezaran welatiyên sivîl ji ber hovîtiya çeteyan koçber bûn û wiha pê de çû: ″Şervanên QSD′ê tevî derfetên kêm ji me re kampek vekirin, em lê bi cih kirin û bi me re bûn alîkar. Lê hemû pêdiviyên nayên bicihanîn û divê navendeke tenduristiyê were vekirin, ji ber ku piraniya koçberan jin û zarokin.″

Hemed di dawiya axaftina xwe de, bang li rêxistinên mirovî kirin ku rewşa koçberên kampa El-Kerame di ber çav re derbas bikin.

(mm)

ANHA