Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên kampa Rûbar agirê Newrozê pêxistin

EFRÎN- Koçberên kampa Rûbar a kantona Efrînê Cejna Newrozê bi şahiyekê pîroz kirin û agirê Newrozê pêxistin.EFRIN-KOCBERIN-KAMPA-ROBAR-NEWROZ-PIROZKRIN2

Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Efrînê bi boneya Cejna Newrozê ji bo koçberên kampa Rûbar şahî orgahîze kirin. Bi dehan şênî tevlî şahiyê bûn.

Seroka Desteya Karûbarên Civakî Erîfe Bekir di şahiyê de axivî û got:ʺ Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dê bi hev re Cejna Newrozê pîroz bikinʺ.

Piştî wê agirê Newrozê hat pêxistin û şêniyan govend li ber awazên Kurdî û Erebî gerandin.

(np)

ANHA