Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên kampê li benda çareseriyê ne

 FATIMA IBRAHÎM

EFRÎN- Koçberên kampa Şehba ji ber pirsgirêka xetimandina boriyên kanalîzasyonan gazincan dikin û ji bo çareseriyê bang kirin.EFRIN-NUCE-SER-ESIN-KOCBER-KAPA-SEHB ‫(1)‬

Ji herêmên cuda yên Sûriyê û derve jî, 250 malbatên koçber xwe spartine Kampa Şehba ya dikeve bajaroka Dêr Cemal dimînin. Koçberên kampê ji beriya 2 mehan ve ji ber xetimandina  boriyên kanalîzasyonê ku bûye sedema belavbûna bêhna nexweş û nexweşiyan gazincan dikin û banga çareseriyê dikin.

Derbarê mijarê de, welatiya koçber a bi navê Meryem Şêxo dibêje: “Pirsgirêkeka mezin li vir heye, boriyên kanalîzasyonê yên avşoyan hatine xetimandin, her sibehê zû em bi seatan li ber deriyê avşoyan disekinin.Niha tenê du cihên avşoyan mane, yên din ji beriya du mehan ve hatine xetimandin û hîna nehatine temîrkirin.”

Meryem Şêxo anî ziman ku ji ber bêhna genî û belavbûna qirêjê nexweşiyên wekî laşmaniya û gurîbûn belav bûye.

Koçberê bi navê Hesan Ebdulah jî got: “Bi taybet jin û zarokên kampê ji ber vê pirsgirêkê zehmetiyên mezin dikişînin, tu kes rewşa me ber çavan derbas nake, Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe alîkariyê dike, lê rêxistina û komeleyên ku serdana kampê kirin û soza alîkariyê dan, sozên xwe bi cih ne anîn.”

Xedera Mehmûd jî hêviya ku rêxistinên mirovahiyê alîkariyê wan bike, kir û got ku ji beriya du mehan ve koçber hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin, lê çareser ne bû. Xedera Mehmûd diyar kir ku rêxistinên navdewletî rewşa kampê paşguh kirine û pirsgirêka xetimandina boriyên kanalîzasyonê ku êdî nema tê tehemulkirin, bûye sedema belavkirina nexweşiyan.

(bb)                                                                                          

ANHA