Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên Reqayê vedigerin warên xwe

GIRÊ SPÎ – Koçberên Reqayê yên di kampa Ên ÎSa de dimînin vedigerin warên xwe. Rojane beşek ji welatiyan vedigerin, Meclîsa Reqayê ya Sivîl jî xebatên xwe yên rakirina mayînan didomîne da ku ewlekariyê li hemû tax û herêmên Reqayê pêk were.

Di dema ku komîteya jinûve avakirina Reqayê û rêxistinên navdewletî mayînan û bermahiyên şer ji Reqayê radike, herêmên bi ewle ku riyên wan hatine vekirin û bermahiyên şer ji wan hatine rakirin, hate ragihandin; rojane derdora 6-8 malbatan ji kampa Ên Îsa ya koçberan vedigerin bajarê Reqa.

Li gorî detayên ji rêveberiya kampê hatiye girtin, ji destpêka sala 2018’an û vir ve 492 malbat vegeriyane bajarê Reqayê.Hejmara koçberan di kampê de kêm dibe. Ev yek dibe sedema ku derfeta jiyanê ji yên dimîn re baş bibe.

Koçberên di kampê de mane jî diyar kirin ku ji ber mayînan ew venegerin û gotin ku çeteyên DAIŞ’ê hejmareke mezin a mayînan di bajêr de bi cih kirine, malbat li bendê ne ku tax û kolanên wan ji mayînan werin paqijkirin, da ku vegerin warê xwe.

Hevserokê Komîteya Kampê ya Melcîsa Sivîl a Reqayê Celal El-Eyaf derbarê mijarê de got ku hejmara koçberên di kampê de dimînin, rojane kêmtir dibin û destnîşan kir ku hejmara koçberan ji 30 hezarî daketiye 17 hezaran.

Buroya Karûberên Mirovî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê di hefteya derbasbûyî taxên Meşleb, Mefreq El-Cezara, Mefreq El-Heswiye, Teyar û Rimêla wekî herêmên bi ewle nîşan da.

(dc)

ANHA