Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên Sûriyê rastî êrîşên Tirkan hatin

NAVENDA NÛÇEYAN-Bi dehan malbatên Tirk êrîşî koçberên Sûriyê yên di kampan de dimînin kirin û bi kêr û daran li koçberan dan. Herî kêm sî koçber birîndar bûn.

Êrîş pişît ku malbateke Tirk li taxa Bamokiyarzî agahî girt ku çend kesên ji Sûriyê bi kêran li kurê wan dane pêk hat. Ji ber vê yekê malbatê êrîşî taxên ku gelê Sûriyê lê dimînin, kir.

Di navbera herdu aliyan de pevçûn rû da, her dû aliyan  kêr û daran bi kar anîn. Her wiha çadirên malbatên Sûriyê xirab kirin û mal û milkên wan xirab kirin.

Maplera CNN a Tirkiyê derbarê buyerê de raporeke belav kir û diyar kir ku malbatên Sûriyê piştî ku bihîstin ku dê şêniyên taxê êrîşî wan bike reviyan û berê xwe dane kolanên giştî ên di navber herêmên Torbalî û Têra ên Ezmîrê.

( bb/dc)

ANHA