Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên Tebqa daxwaza pêdiviyên demsala zivistanê dikin

TEBQA Koçberên di bajarê Tebqayê de bi cih bûne bang li Meclîsa Sivîl a Tebqayê kirin ku beriya demsala zivistanê spartgehan ji wan re peyda bike.

Li gorî serjimariyên Buroya Karûbarên Rêxistinan nêzî 80 hezar koçber di bajarê Tebqayê de bi cih bûne. Tê gotin ku Meclîsa Sivîl  a bajêr pilan dike ku kampekê li gundê El-Sefsafê ya 4 km rojhilatê bajêr ava bike, koçberên bajêr metirsiyên xwe tînin ziman ku beriya demsala zivistanê spartgehek ji wan re neyê peydakirin.

EHMED CUMA

Girêdayî mijarê koçberê bi navê Ehmed El-Cuma ku ji bajarê Reqayê koçber bûye û 10 zarokên xwe û xizmên xwe xwedî dike wiha  got: “Ez û xizmên xwe di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de neçar man ku ji malên xwe koçber bibin. Niha jî em di vê dibistanê de hatine bicihkirin û em li ser erdê xew dikin û bi hin paçik û betaniyên ku xêrxwazan dane me xwe dipêçin.”

El-Cuma spasiya rêveberiya bajêr û aliyên têkildar kir û got ku ew alîkariya xwarinê bi wan re dikin û bang li hemû rêxistina kir ku debara demsala zivistanê ji bo wan bikin.

FATMA MIHEMED

Koçbera bi navê Fatime Mihemed  di derbarê heman mijarê de axivî û got ku cihê ew têde hatine bicihkirin ne guncaw e û wiha anî ziman: “Tirsa me ji nexweşiyên zivistanê ye, em li ser erdê xew dikin û tiştekî ku em pê xwe bipêçin tune ye. Derî û pencereyên dibistanê jî şikestîne.”

Koçberan bang li rêxistinên mirovahî û aliyên têklidar kirin ku amadekariya demsala zivistanê bikin û pêdiviyên wan peyda bikin.

(jh)

ANHA