Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberên Tebqayê ji nêzîkatiyên rêxistinên navdewletî aciz in

TEBQA – Kêmbûna alîkariyên ku rêxistinên navdewletî ji koçberên hatine Tebqayê re pêşkêş dikin aloziya navbera koçberan de zêde dike. Hin koçber alîkariyên kêm digirin û gelek koçberên din ev 4 meh in têne paşguhkirin û tu alîkariyan wernagirin. Ev yek ne razîbûnê di nava koçberên ji sozên saziyên alîkariyan aciz bûne derdixe pêş.

Hejmara koçberên hatine Tebqayê gelekî zêde bûne û hejmar gihiştiya zêdeyî 375 hezar koçberên ku ji gelek deverênSûriyê koçber bûne û xwe spartine Teqbayê û gundên wê. Koçberên hatine Tebqayê li ewlekariyê digerin.

Welatiyên koçber di rewşa jiyanî ya zehmet de jiyan dikin û li bende saziyên alîkariyane ku alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin. Her demekê jî saziyên alîkariyan ên navdewletî navên koçberan qeyd dikin û bi erebeyên pêşketî li nava bajar digerin. Her wiha kamyonên alîkariyan jî digerînin û wan pêşî welatiyan dikin. Lê guh li dengê koçberan nakin û alîkariyan ji koçberên ku ji xizanî û rewşa zehmet nexweş jî di nava wan de belav bûne, nakin.

Koçbera bi navê F.M. têkildarî rewşa koçberan got ku em nizanin çi di kemyonên wan ên sergirtî de ye û destnîşan kir ku rêxistinên alîkariyan tenê sozan didin koçber û xizanan û alîkariyan belav nakin.

Jina koçber a bi navê F.M her wiha da zanîn ku ew ji derfetên herî kêm ên jiyanê bê par in û wiha dom kir: ʺGelek rêxistinên alîkariyan serdana me dikin û sozan didin me, navên malbatan qeyd dikin, lê piştî çend rojan kamyonek alîkariyan bi çend deqeyan dûrî me radiweste û alîkariyan pir kêm belav dikin.ʺ

Buroya Karûbarê rêxistinan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê destnîşan kir ku hejmara koçberan rojane zêdetir dibin û dema kemyonek alîkariyê tê jî zû diçe û alîkarî tenê dighêje hejmarek pir kêm a koçberan û bi sedhezaran koçberên din bê alîkarî dimînin.

(dc)

ANHA