Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koçberî didome, rêxistinan soza destekdayînê dan

EFRÎN –  Pêla koçberiya ber bi Kantona Efrînê ve didome. Di du  rojên dawî de zêdetirî hezar û 240 koçberên  din ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê û çeteyên DAIŞ`ê ji warên xwe derketin û  xwe spartin Efrînê. Rêxistinên navneteweyî jî soza destekdayînê dan.EFRIN-REWSA-KUCEBIRAN ‫(116261377)‬ ‫‬

Di du rojên dawî de zêdtirî hezar û 240 koçber ji herêmên Şehba û  herêmên din ên Sûriyê  derbasî Kantona Efrînê bûn û li kampa Rûbar û Şehba hatin bicihkirin.

Bi guhertin demoxrafiya herêma Şehbayê ku  ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve pêk tê, pêla koçberiya ber bi  Efrînê ve didome û roj bi roj zêde dibin.

Koçberên ku îro derbasî Efrînê bûn ji herêman Bab, Ezaz, Cerablus, Qebasîn, Reqqa, Tebqa, Dêrezor û Bokemalê ne.

Koçberên ku hin malbatên wan li herêmên digirkirî ne ji ber vê yekê nexwestin navên xwe eşkere bikin,  dane xuyakirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê herêmê ji niştecihên  wê yên resin vala dikin.

Ji aliyekî din ve jî,  Xaçe Sor a Navneteweyî ku serdana Kantona Efrînê kiribû û rewşa koçberên kampa Rûbar û Şehba şopandibûn, soza destekdayîna ji bo koçberan dabûn.

(kc/dc)

ANHA