Têkilî | Derheqê me de
ANHA

KODAR’ê nexşerêya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Îranê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – KODAR’ê, Nexşerêya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Îranê, beriya hilbijartinên Serokkomariyê yên 19’ê Gulanê eşkere kir.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê, ji bo demokratîkkirina Îranê û çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerêyek eşkere kir. KODAR’ê got: “Ji bo çûyîna ber bi demokrasiyê ve, divê saziyên civaka sivîl, hemû beşên civakê, siyasetmedar, rewşenbîr, jin û ciwan, mekanîzmên çareseriyê xurt bikin û di wê de xwedî rol bin. Mekanîzmayên ku demokratîkkirina siyaset, hiqûq û qanûna esasî, yek kirina hikûmetê bi paradîgmaya demokratîk û amadekirina civakê ji Pêvajoya Siyaseta Demokratîk û pêşketina modelên rêveberiyê û demokratîk ên herêmî esas digirin.”

Nexşerêya KODAR’ê bi vî rengî ye:

ÇAVDÊRIYA TEORÎK

“Civaka Îranê di rewşeke de ye ku berdewambûna rewşa heyî ne tenê ji bo tevahiya civakê bi êş û elem e, dibe ku her roja wê ji hêzên desthilatdar re jî bi zirar be. Ji aliyekî ve krîz, arîşe û nakokiyên hundirîn, ji aliyê din ve alîgiriyên xwe dispêrin hêzên derve, rewşek çêkiriye ku derfeta siyasetkirina bi şêwazê berê û tenê bi tiştên heyî, hem ji bo hêzên desthilatdar û hem jî ji bo hêzên reformxwaz, ne gengaz e û zehmet e. Şerta esasî ya derbasbûna ji pêxêrtengiyên siyasî, hiqûqî, aborî û civakî yên niha, rexnekirina jirêderketinên di warê hişmendî û siyasî yên berê û kiryarên niha ye. Li kêleka vê pêwîstiyê, sererastkirina jirêderketinan di berjewendiyê guhertinek bingehîn û demokratîk de, mijarek jiyanî ye.

Ev guhertin çend wateyan di xwe de dihewîne. Li gel ku avakirina ‘Modela Demokartîk’ li ser esasê pêwîstiyên berê û rastiyên heyî ye, li dijî mudaxeleyên derve jî disekine. Ji wan herduyan jî zêdetir, derfetên bêhnstendinê, jiyana bi hev re, wekhevî û rizayek gelemperî amade dike. Ev guhertineke ku dikare ‘Derketinek Dîrokî’ ya bi heybet û hêja ji bo derketina ji çarçoveya girtî û kirêt a desthilatdariyê, derketina ji nêrîna teng û navendî bi xwe re derxîne holê û wisa were nirxandin. Bûyer û dêvên ku mêtandina xwîna gelan, jinan, mezheban û kesên guhertinê dixwazin, dilê wan rihet nake, her wiha hewl didin civaka Îranê bi temamî daqurtînin.

Pirsa esasî di vir de ew e ku çi hêz li hember pêkatina vê ‘Derketina Demokratîk’ li ber xwe didin? Hêzên ku berjewendiyên gelemperî ji bo derdor û beşên biçûk ên nêzî xwe dixwazin. Tam ji ber vê yekê ye ku vekirin û demokratîzekirin pêwîstiyek lezgîn e. Ji ber berjewendiyên hiqûqî, siyasî û aborî yên gelemperî di çarçoveyek berfireh de ji bo hemû pir rengiyan dixwaze. Mirov dikare vê rewşê bişibîne wergirtina malekî ku hêzek biçûk dixwaze dest dayne ser. Hêzên ku ‘Çûyîna ber bi Pergala Demokratîk’ ve berjewendiyên wan dixe xetereyê. Her wiha berdewamkirina kurtêlxweriya wan hebûna tevahiya gelan, pêkhateyan û heta wê mulkê dest daniye ser jî dixe xetereyê.

Rewşa bi felaket û bi xetere ya niha, berhema wê mejiyê wêranger û bê wîjdan e. Ji ber vê sedemê, lihevkirin û yekbûna mejiyên ku li pey çareseriyê ye û bi wîjdan e, şerta esasî ya ji bo guhertinên demokratîk e.

Di vê navberê de mijarek şêlû heye, ew jî ew e ku; Gelo di navenda hêzê de kapasîte, xuliqkarî, hişmendî û mêjiyê pêwîst ji bo sererastkirina jirêderketinên heyî, heye yan na? Eger tenê bi tehlîlên bûyerên berê û fikrandinên niha em bixwazin tevbigerin, ti nîşaneyên ku tê de zemînên cuda hebe, xuya nake. Ji ber vê çendê, hilbijartinên Serokkomariyê, ezmûneke ji bo desthilatdariyê da ku mesafeya xwe ya bi demokratîzekirin û rêyên çareseriyê re ji nû ve bi nav bike. Hişmendiya siyasî di vê demê de wiha hikum dike ku divê fikrek rêveberiyê bigire ser milê xwe ku li şûna ‘Parastina û rêveberiya rewşa heyî’, ‘Guhertina rewşa heyî li gorî berjewendiyên pêkhatina azadî, wekhevî û demokrasiyê’ bike mijara xwe ya sereke.

TIŞTÊN PÊWÎST

Niha tenê di rewşekî de derfeta hevsengî, lihevkirina bi gelemperî û yekbûna îradeya civak, dewlet û desthilatdariyê bi hev re gengaz e. Ew jî ew e ku desthilatdarî amade be li kêleka kesên guhertinê dixwazin, bi awayekî stratejîk erka xwe ya demokratîzekirina siyaset, hiqûq û civakê pêk bîne. Rewşekî ku em dikarin wek ‘Destberdan ji berjewendiyên biçûk ji bo berjewendiyên gelemperî’ bi nav bikin. Eşkere ye ku pêwîstiya vê yekê jî ew e ku li xwe mukûr were ku krîz heye û vê rastiyê bipejirîne. Her wiha vê erkê bigre ser milê xwe ku ji bo derbasbûnek demokratîk ji vê krîzê, divê maf û azadiya ferdî û civakî ya tevahiya beşên civakê û di navê de jî gelên Kurdistan û Îranê bikeve bin garantiyê.

Ti guhertinek bê ‘Guhertina Qanûna Esasî ya Berê’ û garantîkirina mafan ku qanûna heyî di nava xwe de nahewîne, ne gengaze û pêk jî nayê. Qanûna esasî bi ti awayî nikare tenê mezhebek, etnîsîte û zimanek, her wiha tenê mêran di nava xwe de bihewîne û pêkhate û dewlemendiyên din jî derveyî qanûna xwe binav bike. Ev rewş wê rê li ber cihêkariyên tirsnak û sîstematîk ên mezhebî, etnîkî, zimanî û zayendî veke. Ji aliyê din ve ev cihêkarî, cihêkariyên din ên wek cihêkariyên aborî, çandî û civakî jî wê bi xwe re bîne. Rewşa ku êşên giran, pêşketinên ne hevseng û wê gelek penceşêran bixe ruh û canê civak û heta desthilatdariyê. Rewşa heyî, îspata vê rastiyê ye.

Erka ku divê qanûna esasî bigire ser milê xwe ew e ku Îranê wek welatê hevbeş ê hemû gelan, zayendan, mezheban û nasnameyan bibîne. Belgeya ku nikare bi ti awayî û nabe ku zemînê şîrove û nêrînên cuda di nav xwe de bigire. Bi gotinek din, divê qanûna esasî li şûna derdê wê ew be nasnameya jor û yek kirina nedemokratîk a civakê çêbike, ji tevahiya dewlemendiyan re bi hurmet be û mafê wan bixe bin garantiyê. Her wiha ruhekî ava bike ku ji nava hevjiyana adil û azad a gelên wê, ‘Neteweya Demokratîk’ ava bike. Teza ku tam li beramber kiryarên wek ên Rizaxan in. Li şûna lawazkirin û helandina dewlemendiyan di nasnameyekî de, hewl bide hebûn, maf û azadiyên ferdî û civakî yên tevahiya pêkhateyan biparêz û bixe bin garantiyê. Her wiha lihevkirinek adil, demokratîk û azad esas bigire. Bê guman ev gava yekem ji bo sererastkirina jirêderketinan ye.

Di vê navberê de çend mijarên esas hene; Di serî de, tenê demokratîzekirina qanûna esasî nayê wateya guhertina demokratîk. Qanûnek esasî divê garantiyên xwe yên pratîkî jî bi nav bike. Derveyî vê yekê, mijarek girîng a din jî ew e ku ti îradeya mezhebî, siyasî û leşkerî, nabe tercîh û şîroveya xwe ya yekalî ji hiqûq û siyasetê li ser tevahiya civakê ferz bike. Ev xetereya herî mezin e ku demorkatîzekirinê tehdîd dike.

Ji aliyê din ve divê em balê bikşînin ser vê mijarê jî ku demokratîzekirina Îranê tenê li ser milê hikûmetê nîne. Erka herî zêde dikeve ser milê civak, gelan, jinan û rewşenbîran. Tezên ku civakê esas nagire û enerjiya xwe tenê xercî desthilatdariyê dike, nabin beşek ji hêzên demokratîzekirinê. Pêwîstiya tevlîbûn û bi bandorbûna di demokratîkirinê de, esasgirtina civakê ye. Hêzên ku di wê baweriyê de ne pêkanîna van hemû erk û berpirsyartiyan tenê li ser milê dewlet û desthilatdariyê ye, cewherê demokrasiyê rast fam nekirine. Bi giştî yan wê îzole bibin yan jî wê bikevin bin xizmeta desthilatdariyê û di dawî de wê bibin desthilatdarek din.

Civak tenê bi rêxistiniyê, kombûna li dor mijara demokratîzekirin û zextên civakî dikare desthilatdariyê neçarî guhertinên esasî bike. Ji ber vê yekê, pêwîste were dubarekirin ku civak, guhertin û veguherînê ji desthilatdariyê parse nake. Belkû bi tevlîbûn, şopandin û zextê, wê pêk tîne. Di vir de girînge desthilatdarî vê rêveçûnê asteng neke û pêşî lê negire. Berovajî xwe pê re bike yek û hewl bide li gorî daxwazên hatine gotin, tevbigere. Ji bo vê jî civak radestî hişmendiya desthilatdariyê nabe. Divê desthilatdarî mesafeya xwe ya bi civakê re kêm bike û îradeya li dor demokrasiyê nas bike da ku bikare bi vî awayî rêya ‘Senteza Demokratîk’ veke.

Dema em bi vî awayî li mijarê binêrin, hilbijartinên Serokkomariyê, berovajî demên bihorî dikare bibe derfetek. Pencereyekî ji serdema demokratîzekirinê re veke. Kuştina dem û derfetan a desthilatdarî û hêzên di hilbijartinê de bi hev re pevdiçin, şaştiyek stratejîke û wê felaketan bi xwe re bîne.

Desthilatdarî û hêzên ku di hilbijartinê de amade dibin, ger di çarçoveya nîqaşên ‘Çareseriya Demokratîk’ de tevnegerin, ne dikarin bi hêsanî xelkê bibin ser sindoqan ne jî dikarin rêveçûnên diyarkirî yên piştî hilbijartinan, baş birêve bibin. Tenê bi çêkirina dualîteyên Nebaş û Nebaştir ji bo civakê, mirov nikare guhertinên pêşerojê pêşwazî bike. Her cure hewldanên bikaranîn, taktîkî û fêlbazane di hilbijartinê de wê lezê bide felaketên mezin ên ku qet nedihatin texmînkirin.

ÇEND PÊŞNIYAR

Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Îranê, di qadên cur be cur de hinek komisyon divê werin avakirin ku ew jî wiha ne;

1-KOMISYONA HIQÛQÎ

Wê çend armancên vê komisyonê hebin. Ji aliyekî ve dikare nîqaş û nêrînên derbarê kêmahiyên di qanûna esasî ya niha de li ser asta giştî bişopîne û semînar û civînên pisporên di warê hiqûqê de ji bo qanûna esasî organîze bike. Ev komisyon her wiha divê li kêleka nirxandina zemînên cihêkarî û binpêkirina mafên ferdî û civakî, çawaniya veguherîna qanûna esasî ya niha bi qanûnek esasî ya demokratîk ku mafê hemwelatî, siyasî û sivîl a gelan, mezheban, jinan û pêkhateyên din garantî bike, lêkolîn bike.

Ev komisyon dikare ji hiqûqnasên demokrat û nûnerên pêkhateyên cur be cur ên civakî pêk were. Her wiha nûnerên desthilatdariyê, hikûmetê jî dikarin beşdarî vê komisyonê bibin û nêrînên xwe bînin ser ziman. Armanca esasî ya vê komisyonê amadekirina civaka sivîl û desthilatdariyê ji bo guhertina qanûna esasî û yekbûna hiqûqî bi ‘Pêvajoya Siyaseta Demokratîk’ re ye.

2-KOMISYONA JINÛVE BINAVKIRINA RÊVEBERIYÊ

Yek ji şertên pêşîn ên çûyîna ber bi demokrasiyê ve li Îranê, derbaskirina mentiq û modela rêveberiya navend-kêlek ê, her wiha divê desthiladarî ji navendîbûnê dûr be. Ev komisyon dikare rêveberiyên bajar, herêm û welat bi awayekî bi nav bike ku îradeya gelemperî di van qadan de, li pêşiya daxwazên siyasî yên desthilatdariyê be. Dijberiya bi Xwerêveberiya civakê, tê wateya bê baweriya li hember hêzên herêmî û israr di hewldanên tinekirinê de. Sûd wergirtin ji kapasîteyên demokratîk ên herêmî di rêveberiyên siyasî, aborî, çandî û ewlekariyê de nîşaneya jixwe bawerbûn û tenduristiya siyasî ya civakekî ye. Her wiha ev komisyon dikare bi belge van mijaran bixe nîqaşê û ji bo wan çareseriyan pêş bixe. Texrîbatên siyasî û aborî yên ji ber avahîsaziya siyasî û rêveberiya navendî ewe; Bikaranîna zêde ya hêzên ne herêmî di rêveberiyên bajar û herêmî de, çawaniya bicihanîna rola çalaktir û bandora raste rast a civakê di biryaran de û di jiyana civakî-siyasî de. Di dawî de ev komisyon dikare li ser mekanîzmên cur be cur ên bihêzkirina civakê û biçûkirina dewletê jî bifikire.

3-KOMISYONA JIYANA BI HEV RE YA ADIL A GELAN

Armanc ji çêkirina vê komisyonê ew e ku di nava gelên Îranê de lihevkirin û yekîtiyek azad û demokratîk çêbibe. Kiryarên navendî yên etnîkî-zimanî, ji bo jiyana bihevre ya pêkhateyên civakî tehdîdeke. Ne nasyonalîzma êrîşkar û ne jî nasyonalîzma di pozisyona parastinê de, yek jî nikarin guhertinek watedar li gorî berjewendiyên wekhevî, jiyana bihevre û yekîtiyê çêbikin. Komisyona Jiyana bihevre a adil a gelan, dikare bi lidar xistina konferans û semînaran, li ser vê mijarê lêhûr bibe ku kîjan hêz ji hebûna nakokî, bê tifaqî û etmosfera aloz a di navbera gelan de sûdê werdigrin. Her wiha serwext bibe ka ji bo yekitî û qahîmkirina peywendiyên di navbera gelên Îranê de çi rol dikeve ser milê civak, rewşenbîr, dewlet û desthilatdariyê.

4-KOMISYONA JINAN

Çarçoveya erka vê komisyonê nirxandina astengiyên têkbirina cihêkariya li ser jinan di qadên hiqûqî, siyasî, aborî û rêveberiyê de ye. Cihêkariya li dijî jinên Îranê, du qatî ye. Beşek ji wê ji ber kûrbûna hişmendiya mêrsalar di asta civakê de ye. Bi wê ve girêdayî, hebûna qanûnên dije jin in. Bê garantîkirina mafê jinan, ne demokrasî, ne wekhevî û ne jî jiyanek azad a civakî-siyasî ya bi tendurust û hêja nikare hebe. Derbaskirina cihêkariya li dijî jinan, şerta pêşîn a çûyîna ber bi demokrasiyê di Îranê de ye. Karê taybet ê vê komisyona jinan ew e ku sûda herî zêde ji kapasîteyên heyî û pêşniyaran werbigire. Her wiha kapasîteyên nû ên hiqûqî û siyasî ji bo garantîkirina maf û azadiya jinan ava bike.

5- KOMISYONA EWLEKARYÊ

Armanc ji avakirina vê komisyonê, nîqaş û biryargirtin di der barê siyasetên ewlekariyê ku girêdayî îradeya demokratîk a civakê be ye. Di civakekî ku bi rastî demokratîk be, hêzên leşkerî û ewlekariyê, ne tenê li hember xetereyên ji bo hebûna civakê ne, belkû destkeftiyên demokratîk ên civakê jî diparêze. Her wiha bi çêkirina ewlekariya ku bi xwespartina ruhê rêxistinkirî, yekdil û bihevre yên tevahiya pêkhateyên civakî, yek ji erka herî girîng a hêzên ewlekariyê ye. Armanc ji vê komisyonê ew e ku, mekanîzman ji bo pêkanîna ewlekariya civakî bibîne. Kiryar û siyasetên ewlekariyê bi ruhê ‘Siyaseta Demokratîk’ re bîne gel hev.

7-KOMISYONA ABORIYÊ

Ji aliyekî ve pişta xwe dana ‘Aboriya Petrolê’ û ji aliyê din ve pêşketina newekhev a aborî ku ji cihêkariyên hiqûqî-siyasî ye rê li ber bêkarî, hejarî û krîzên civakî vedike. Pêşketinên aborî bê pêşketina demokratîzekirinê, demdirêj û bi berdewam nabe. Erka komisyona aborî ewe ku dikare çawaniya belavkirina adil a dewlemendî û çavkaniyên welat binirxîne û aboriya wê li ser esasê civakê be.

7-KOMISYONA EKOLOJIYÊ

Sanayîgerî û bê sînoriya sûd û sermayeyê, texrîbatên di warê ekolojî yên gelekî mezin bi xwe re aniye. Ev texrîbat, civakê û derfetên jiyana civakî jî bi tehdîdên bi felaket re rû bi rû hiştiye. Qirêjiya hewayê, zêdebûna çolê, krîza avê, çêkirina bê hed a bendavan û şewata daristanan tenê nîşaneyek ji vê felaketê ne. Komisyona ekolojiyê wê hewl bide ku berpirsyartiya civakî-dewletî û aliyê wê yê exlaqî ji ekolojiyê re ji xwe re esas bigire. Her wiha aliyên zihnî-pratîk li gorî Paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk derxîne holê û ber biçav bike.

8-KOMISYONA ZIMAN Û ÇAND

Asta azadiya nasnameyên cur be cur ên çandî di welatekî de, asta demokrasî û pêşketina wê welatê nîşan dide. Parastin, xwedîderketin û bikaranîna zimanên Kurdî, Azerî, Erebî, Belûçî û zimanên din ên heyî li seranserî Îranê di her astê de û li kêleka zimanê Farsî, wê civaka Îranê dewlemendtir bike. Ji bo vê yekê jî komisyona ziman û çand dikare kar û barên gengaz ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê binirxîne. Perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê, mafek rewa ye ku divê civak û dewlet formûlên rast ji bo pêkanîna wê peyda bikin. Li kêleka mijara ziman, şopandin û naskirin û hewldan ji bo pêşîgirtina li xetereyên li ser çanda civak û gelên Îranê, xebatek jiyanî ye.

Di demekê de ku dewlet û desthilatdarî amade be vekirina demokratîk bike mijara xwe ya sereke û ji bo demokratîzekirina hiqûq û siyasetê erkên xwe pêk bîne, bi taybet bersivek erênî bide pêşniyarên di vê nexşerêyê de, KODAR, dînamîkên demokratîk û gelek ji hêzên guhertinê dixwazin ên hundir û derve wê erka xwe bicih bînin. Bê guman ev rewş, şêwazê herî bi aqilane yê derbasbûna ji krîzên li serhev kombûyî yên hundirîne. Serdema Siyaseta Demokratîk di heman demê de dikare bibe sedema derketinek dîrokî ji çarçoveya teng a sînordar û navendî û desthilatdar. Îranek azad, ava û demokratîk ku ji yekîtiya azadane û adil a gelên xwe, xwe têr bike, ne tenê li hember her cure nakokî û tehdîdan dikare li ber xwe bide, belkû wê bibe destpêka demokratîzekirina Rojhilata Navîn. Ev rewş, wê enerjiyên ku xercî valaderxistina hêza hevdu dibe, vegerîne enerjiyên li gorî berjewendiyên hevdu. Îradeyên belave û bi nakok wê vegerîne îradeyên hevgirtî, azad, bihêz û di heman demê de îradeya demokratîk.

Di demekî ku desthilatdarî û dewlet, nexwazin, amade nebin û nekaribin bikevin dema Çareseriya Demokratîk, wê leza çûyîna Îranê ber bi felaket û teqîna krîzên siyasî, aborî û civakê çendqatî bibe. Hêzên mudaxeleyî herêm û derveyî herêmê dikin, baş dizanin ku Pehniya Aşîl a desthilatdariya Îranê, mijara demokratîzekirin û mafê gelan û jinane. Neavêtna gavan ji aliyê hikêûmetê ve ji bo demokratîkkirinê, tê wateya vexwendina hêzên derve ji bo mudaxeleyî Îranê bikin. Eger em hinek aliyên hundirîn û sedemên din jî li ser vê mijarê zêde bikin, siya rewşek wek a niha ya Sûriyê li ser Îranê giraniyê dike. Ji ber vê yekê em dikarin bi zelalî diyar bikin ku Îran bi gefa hilweşîn, şer û felaketê re rû bi rû ye. Rewşa ku rû bi rû bûn bi wê re bi xwespartina bi kapasîteyên heyî, hema bêje ne gengaze. Derveyî vê, nakokiyên desthilatdarî û gel, dibe ku beşek ji gel û beşek ji hêzên opozisyonê ber bi yekbûna bi koalîsyonên li dijî desthilatdariyê ve bibe û bi hêz bike.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê wê di demek nêz de deklerasyonekê ku tê de pêwîstiyên demê û xwestekên diyar ên siyasî û hiqûqî hebe, biweşîne. KODAR wê helwesta xwe ya esasî di der barê hilbijartinên Serokkomariyê de di heftiyên pêş de û piştî nirxandina helwesta îhtimalî ya namzedan û desthilatdariyê ji deklerasyonê, daxwaz û komisyonên hatine pêşniyarkirin re ragihîne. Di wextekî ku nîşaneyên amadebûna desthilatdariyê ji vekirina demokratîk re were dîtin, KODAR dikare bibe xwedî helwestek erênî. Lê berovajî ger ku desthilatdarî xwedî nêzîkatiyek siyasî ya cuda nebe û ne amade be, KODAR wê bi ti awayî beşdariyê ji pêşketinên ne demokratîk re neke.

KODAR di derbarê hilbijartinên meclîsan de di wê baweriyê de ye ku hilbijartina kesên hêja û demokrat ji bo erka rêveberiyên bajar û gundan, pêwîstiyek esasî ye. Ezmûnên bi salan ên berê nîşan dane ku meclîsan, li şûna bibin cihê tevlîkirina civakê di nava rêveberiya bajaran de, bûne cihê fesad, gendelî û partîbaziyê. Tam ji ber vê yekê ye ku pêwîste gel, vê qadê ji kesên firsendçî û oportonîzm bistînin û bi hişyarî û hesasiyet, kesên ku zemîna gendelî û rantê di wan de nebe, hilbijêrin. Civak nabe tenê xwe bi hilbijartina kesan re bi sînor bihêle, belkû çavdêriya karên wan bikin û hesabxwestina ji wan jî pêwîst û jiyanî ye.

ENCAM

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê bi girîngîdana pêwîstî û pêşniyarên hatine kirin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pirsgirêka maf û azadiya jin, mezheb û etnîsîteyan wek pêwîstiya herî bi lez a vê demê dibîne. KODAR di wê baweriyê de ye ku desthilatdarî di vê dema hesas de ku siya mudaxeleya derve ya li ser Îranê giraniyê dike, bê ku wext derbas bike û bi awayekî stratejîk divê zemînên pêwîst ên ji bo rewşek demokratîk amade bike. KODAR bi xwespartina stratejiya Xeta Sêyem ne mudaxeleyên derve bi kêrî guhertinê dibîne ne jî berdewamkirina desthilatdarî û zilma heyî aqilane dibîne. Ji bo çûyîna ber bi demokrasiyê ve, divê saziyên civaka sivîl, hemû beşên civakê, siyasetmedar, rewşenbîr, jin û ciwan, mekanîzmên çareseriyê xurt bikin û di wê de xwedî rol bin. Mekanîzmên ku demokratîkkirina Siyaset, hiqûq û qanûna esasî, yek kirina hikûmetê bi paradîgmaya demokratîk û amadekirina civakê ji Pêvajoya Siyaseta Demokratîk û pêşketina modelên rêveberiyê û demokratîk ên herêmî esas digire.

Eşkere ye ku neyekbûna desthilatdariyê bi vê paradîgmayê re yan jî astengî çêkirina ji rêveçûnên demokratîk re wê civak û KODAR’ê ber bi hilbijartina rêyên din ve bibe. Rêyên ku wê zextên civakî û siyasî yek ji mijara wê ya sereke be. Guhertinên ku di rê de ne, misoger wê li gorî berjewendiyên hişmendiya ku dixwaze rewşa niha berdwam bike, nebe. Di vê çarçoveyê de KODAR wê di demên pêş de bi belavkirina deklerasyonekî, daxwaz û xwestekên demokratîk birêkûpêk biweşîne. Aarmanc ji weşandina vê ragihandinê, pîvandina asta amadebûna desthilatdariyê ji bo çêkirina guhertin û xêzkirina xeta diyar a daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û gelên din ên Îranê ye. Bêguman şêwazê bersivdayîn û helwesta desthilatdariyê ji vê deklerasyonê re dikare rêya li pêşiya me heta astek zêde ji bo raya giştî ya li Kurdistan û seranserî Îranê zelal bike.

KODAR vê Nexşerêyê, wek belgeya destpêkê ku paşê were temamkirin û sererastkirin dinirxîne. Di vê çarçoveyê de, tevlîbûna hemû beşên civakê, rewşenbîr, jin û ciwanan ji bo dewlemendkirina vê Nexşerêyê, mijarek erênî û pêwîst e.”

(kc)