Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koma ″Em kulîlkên Efrînê″ çanda pêşiyên xwe diparêzin

NARÎN EMÎN

EFRÎN – Koma zarokan a ″Em kulîlkên Efrînê″ ya stranan bi hunera xwe, çanda pêşiyên xwe diparêzin û beşdarî hemû çalakiyên ku li herêmê têne lidarxistin, dibin.EFRIN-KOMA-KULILKEN-EFRINE (1)

Folkrola Kurdî ji nifşekî derbasî nifşekî dibe û wiha ji windahiyê tê parastin. Zarokên Efrînê jî ji bo parastina çanda pêşiyên xwe, koma stranê ya ″Em kulîlkên Efrînê″ ava kirin.

Koma ″Em kulîlkên Efrînê ne″ û komên din ên zarokan li Navenda Çand û Hunerê a Kantona Efrînê têne perwerdekirin.

Koma ″Em kulîlkên Efrîn″ di sala 2013′an de hat avakirin û ji 20 zarokên ku temenên wan di navbera 7-12 salî de ne, pêk tê.

Koma ″Em kulîlkên Efrîn″ beşdarî piraniya çalakiyên ku li herêmê têne lidarxistin, dibe.

Ji bo pêşxistina hunera stranê ya komê, Navenda Çand û Hunerê ya Kantonê du kilîpên ″Îro newroze û Werin zarokno″ ji wan re amade kirin.

Stranên komê ev in ″Em dimeşin Efrînê, Em kulîlkên Efrînêf, Silav li cengoriyan, Perperîkên evîndar û Gundê me″.

(mm)

ANHA