Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koma dizan a ji 5 kesan hate girtin

EFRÎN – Hêzên Asayîşê komeke didizên ku malên welatiyan didizîn li bajaroka Dêr Cemal a girêdayî navçeya Şêrawa, girtin.

Piştî ku gilî derbarê bûyerên diziyê ji hêzên Asayşê re hatin, Buroya Têkoşîna  li dijî sûcên rêxistinkirî ya Asayîşê ket nava liv û tevgerê. Di encamê de komek kesên ku diziyamalên welatiyan didizîn hatin girtin. Koma behsa mijarê ji 5 kesan pêk tê û şevê din ji aliyê Buroya li dijî sûcên rêxistinkirî ve hate girtin.

Li gorî buroya ragihandina Hêza Asayşê ya kantona Efrînê di  îfada kesên dizî kirine li xwe mukir hatine ku wan hemû tiştên welatiyan didizîn û difrotin.

Buroya Ragîhandina Asayîşê navê keen hatine girtin jî eşkere kirin. Kesên dizî kirine ev in: Xalid El-Eswed lawê Cemîl, Ridwan El-Eswed lawê Cemîl, Qûsey El-Eswed lawê Ehmed , Hemdan El-Eswed lawê Minîr û Hesen El-Eswed lawê Cima.

Kesên behsa mijarê piştî lêpirsînê dê dewrî Dozgeriya Giştî bibin.

(mh)

ANHA