Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koma Kalan ‘Koma Ş. Serhed’ folklora herêmê derdibirîne

SOZDAR WEQAS

HELEB Koma Kalan a temen mezinan di heman demê de gelek çandan derdibirîne. Hezkirina wan ji dîlanê re hişt ku li hemberî kiryarên rêjîmê derbikevin. Tevî hemû siyasetên înkarê yên rêjîma Baasê koma xwe û çanda xwe parastin.HELEB-KOMA-KELA1 (4)

Koma Kalan a temen mezinan yek ji komên balkêş li herêma Efrînê ye û di sala 1992’an de li bajarê Helebê ji aliyên çend zilamên temen mezin ve hate damezrandin. Piştî du salan di sala 1994’an de jin jî beşdarî vê komê bûn û hejmara komê gihîşt 18 endaman.

Ji ber ku hemû endamên Koma Kalan temen mezin in, ango di navbera 50 – 60 salî de ne bi vî navî hate nasîn.

Koma Kalan ji destpêka damezrandina wê ve beşdarî gelek çalakiyên niştimanî yên weke “Cejna Newrozê, pêngava 15’ê Tebaxê û gelek munasebet û şahiyên netewî dibe, her wiha beşdarî şahiyên zemawendan jî dibe.

Ji ber ku Koma Kalan rêbaza folklorîk û çanda herêmî ya herêma Efrînê di dîlanên xwe de werdigirt, ji aliyê rêjîma Baasê ve rastî gelek astengiyan dihat, her wiha hêzên ewlehiya rêjîmê gelek endamên Komê ji ser dikeyên şahiyên zemawendan danîn û girtin.HELEB-KOMA-KELA1 (1)

Lê tevî van kiryarên rêjîmê, Koma Kalan çalakiyên xwe yên çandî û folklorîk ranewestandin û hêza xwe ji hezkirina hemû gel werdigirtin. Vê hezkirina gel ji komê re hişt ku endamên Komê ti carî ji rêjîma desthilatdar netirsin.

Koma Kalan veguherî Koma Şehîd Hozan Serhed

Di sala 2000’an de endamên Koma Kalan navê koma xwe bi koma “Şehîd Hozan Serhed” guhertin û ji wê demê ve bi navê Koma Ş. Serhed tê nasîn.

Cûreyên dîlanê

Koma Şehîd Serhed gelek dîlanên cûda yên çand û folklora herêmên Bakurê Sûriyeyê dilîze. Hin ji dîlanên dilîze ev in:

“Narê, Seyranê, Dolabê, Berçepkî, Yaxli Kenar, Hoşer, Berkolê, Boliyê, Tevşok, Xorbetiyê, Molaniyê, Qertel, Sêling, Sisnokî û Merş.” Her wiha hin dîlanên nûjen ên weke Hemo û Çîftetilî dilîze da ku çand û folklora Kurdî bide nasîn.HELEB-KOMA-KELA1 (2)

Xebatên bi dîmen

Koma Ş. Serhed 3 kilîpên stranên şoreşgerî û şanoyan kişandin. Kilîpa yekemîn şanoya bi navê “Hêştirê Berdayî” bû ku têde çîroka axa û gundiyan vedibêje û dîmenên wê li gundê Dêrmişmişê ya navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê hatiye kişandin.

Kilîpa duyemîn jî pêşandariyeke dîlana folklorîk e. Kilîpa sêyemîn jî di sala 2016’an de hatiye kişandin û ew jî pêşandariyeke folklor û çanda Efrînê ye.

Çalakiyên li derveyî Heleb û Sûriyeyê

Koma Ş. Serhed beşdarî gelek munasebet û şahiyên netewî yên li derveyî Sûriyeyê jî bû. Di salên 2000 û 2002’an de beşdarî şahiya cejna Newrozê û gelek munasebetên din bû.

Di sala 2007 û 2008’an de Koma Şehîd Serhed beşdarî şahiyên Newrozê yên bajarê Dirbêsiyê û Amûdê bûn. Her wiha beşdarî beşdarî gelek bernameyên dîdbarî yên çandî jî bûye.HELEB-KOMA-KELA1 (7)

Koma Şehîd Hozan Serhed xebat û çalakiyên xwe bi rêk û pêk dimeşîne û amadekariyên xwe ji bo beşdarî şahiyên bajarê Helebê û herêma Efrînê bibe, dike.

(jh)

ANHA

HELEB-KOMA-KELA1 (5)