Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Koma Şehîd Yekta ji şêniyên Til Temir re şano pêşkêş kir

TIL TEMIR – Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol ya girêdayî Navnenda Çand û Hunerê ya Hurî şanoya bi navê “Hûnê hinekî werin” ji şêniyên bajarê Til Temir re pêşkêş kir.TILTEMIR-KOMA-S-YEKTA-SANO-PESKESKIR21

Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol  ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Amûdê ku beşdarî sêyemîn mihrecana şanoyê a kurdî bibû û 5 xelat wergirtibû, di çarçoveya çalakiyên xwe yên pêşandana şanoyên xwe li herêmên Kantona Cizîrê, duh li avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi amadebûna bi dehan şêniyên herêmê şanoya xwe  ya bi navê “Hunê hinekî werin” pêşkêş kir.

Nivîskarê şanoyê Ezîz Nîsin e, mamoste Beşîr Mele Newaf wergerandiye kurdî û Hesen Remo derhêner kiriye.

Şano behsa mijara girêdana welatiyan bi nirx û dîroka xwe ve dike.TILTEMIR-KOMA-S-YEKTA-SANO-PESKESKIR1

Rêveberê komê diyar kir ku dê şanoya bi navê “kurte  şer” ji şêniyên herêmê re pêşkêş bike.

(bb)

ANHA

TILTEMIR-KOMA-S-YEKTA-SANO-PESKESKIR2