Têkilî | Derheqê me de

Koma yekemîn a xwendekarên Siyaseta Demokratîk

Dîmen

QAMIŞLO – Dewreya yekemîn a beşa Siyaseta Demokratîk li akademiya Mezebotamiyayê bidawî bû.

Dewreya  yekemîn a Besa Siyaseta Demokratîk a Akademiya Mezebotamiyayê,  di 26’ê Adara 2016’an de dest pê kir, îro bi dawî bû. 22 xwendekarên ji Efrîn, Kobanê û Cizîrê di vê dewreyê de amade bûn.

Li ser sala xwendinê ya akademiyê, Endamê Rêveberiya akademiyê Behzet Ehmê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku perwerde serkeftî bû. Xwendekar di hemû datayên polîtîkayê yên ji berpirsiyarî û çareserkirina pirsgirêkan de hatin kûrkirin. Ehmê wiha axivî: “Ew ê xwendekar karibin di pêşerojê de, saziyên civakî û rêxistinên heyî birêve bibin. Em ê bi armanca avakirina civakeke demokratîk û parastina wê ji êrîşên siyasî, mînakên van perwerdeyan bidomînin”.

CIWAN-HISO

Yek ji xwendekarên vê dewreyê Ciwan Hiso yê ji bajarê Hesekê got ku, ji bo ew layiqî axa xwe bin, ew ê li ser bingeha demorasiyeyê her dem perwerdeya xwe bidomînin. Hiso got: “Me astek serkeftî derbas kir”.

BIHARIN-SIDO

Ji aliyê xwe ve xwendekar Biharîn Sîdo ya ji bajarê Efrînê got ku şêwaza meşandina polîtîkayê ku wan berê nas dikir ne ev şêwaz  e. Sîdo wiha axivî: “Rêjîma Baas’ê bi riya siyastê gel dixapand û difetisand. Li vir em li ser hîmê parastina nirxên civakê perwerde bûn. ji niha û pê ve em ê li her devera ku perwerde û xebat lê pêwîst be, bixebitin”.

Xwendekar ji bo dawîkirina dewreyê pîroz bikin, şahiyek ji xwe re organîze kirin. di şahiyê de xwendekaran stran gotin û dîlan gerandin.

Hêjayî gotinê ye, xwendekar ku derbasî dewreya perwerdeyê dibin, destpêkê 15 rojan di ezmûnê re derbas dibin, paşê eger bên qebûlkirin mehekê fêrî zimanê Kurdî dibin. Ji wir û pê ve dest bi xwendina polîtîkaya demokratîk dikin. Di matodên vê beşê de zanyariyên li ser Neteweya Demokratîk, Nirxên Demokratîk û Dîroka Demokrasiyeyê tên dayîn.

(ws-sa/ne)

ANHA