Têkilî | Derheqê me de

Komeke çeteyên DAIŞ‘ê ketin başûrê Dêrazorê

NAVENDA NÛÇEYAN- Lihevkirina di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Hizbullah ji aliyekî û çeteyan li aliyekî din, pêk tê, 300 çete tevî 300 endamên malbatên wan gihan başûrê Dêrazorê.

Hêzên rêjîma Sûriyê û Hizbullah dawiya meha derbasbûyî bi çeteyên DAIŞ‘ê re lihevkirinek pêk anî bûn. Li gorî lihivkirinê; 300 çete li gel 300 endamên malbatên wan ji sînorê Lubnan û Sûriyê vekişîn û ber bi herêmên di bin serweriya çeteyan ên li rojhilatê Sûriyê biçin, li beramberî wê, çeteyên DAIŞ‘ê dê dîlgirtiyên Hizbullah û cenazeyên endamên wan radestî wan bikin.

Li gorî çapemeniyên girêdayî rêjîma Sûriyê; çeteyên DAIŞ‘ê dîlgirtiyê bi navê Ehmed Matûq û cenazeyên 9 leşkerên Lubnanê yên ku di sala 2014‘an girtibûn, radestî Hizbullah kirin.

Çavkaniyên çapemeniyê yên girêdayî rêjîmê ragihandin ku piştî radestkirina dîlgirtiyan, otobusên çeteyan derbasî herêmên di bin serweriya çeteyan de, bûn. Otobus di riya Suxne- Şûla de ketin başûrê Dêrazorê.

(bx)