Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komeke din a ciwanên Cizîrê çûn Efrînê

Dîmen

QAMIŞLO – Komeka duyemîn ji Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Jinên Ciwan ên xwestin tevlî BErxwedana SErdemê bibin, gihiştin Efrînê da ku tevlî bersivdayîna êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê bibin.

Êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û pêkanîna komkujiyan hîn jî didome.Ciwanên Rojava-Bakruê Sûriyê jî tevlî banga ji bo tevlîbûna Berxwedana Serdemê bûne. Beşa duyemîn ji ciwanên herêma Cizîrê berê xwe dan Efrînê ta ku tevlî berxwedanê bibin.

Beriya Ciwan herin Efrînê daxuyanî dan û wiha gotin:

“Em êrîşa hovane ya Osmaniyan li ser Efrîn û herêmên Şehbayê bi tundî şermezar dikin. Êrîşa ku bi serkêşiya AKP û Erdoganê ku sînorê xwêe ji di nava 7 salên derbasbûyî ji çeteyan re vekiribû, pêk tê. Wî hemû kesên xwestin Sûriyê xira bikin, derbasî welat kir.

Hemû komên terrorist ên tarî himbêz kir û wan li cem xwe perwede kir û hemû cûreyên piştgiriya madî û leşkerî ji wan re pêşkêş kir.komên behsa mijarê wêranî li Sûriyê pêk anîn, talan kirin û tevlihevî di nava gelê Sûriyê ku ji gelek pêkhateya pêk tê derxistin. Armanca wan jî ew e ku Yekîtiya gelê Sûriyê wêran bikin û serdema Osmaniyan ku 500 salan herêm dagirkirin, vegerîn in.

Em wekî Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên CIwan a HErêma Qamişlo radighîn in ku em ê berê xwe bidin Efrînê û tevlî Berxwedana Serdemê bibin. Da ku em bersiva êrîşên Artêşa Tirk bidin.”

Piştî navê ciwanan ji aliyê Yekîtiya Ciwanan ve hate nivsandin, ciwanan ber bi Efrînê ve derketin rê.

(dc)

ANHA