Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komên hunerî destpêkirina mihrîcana ″Zarok″ ragihandin

GIRKÊ LEGÊ – Di bin dirûşmeya ″Werin em bi hevre zaroktiya xwe bijîn″ 3′yemîn mihrîcana Zarok dest pê kir û bi meşeke girseyî ji aliyê komên hunerî ve ragihandin.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê dest pê kir û zarokan dirûşmeyên silavkirina TEV-ÇAND′ê qîr kirin. Di meşê de zêdeyî 50 komên hunerî yên ji hemû gelên herêmê pêk tên, amade bûn.

Meş li navçeya Girkê Legê bi dawî bû û dê mihrîcan sibe komên hunerî yên herêma Cizîrê û Şengalê bidome.

(mm)

ANHA

GIRKE-MESE-JIBO-FISTIVALA-ZAROKE ‫(186581507)‬ ‫‬ GIRKE-MESE-JIBO-FISTIVALA-ZAROKE ‫(186581506)‬ ‫‬ GIRKE-MESE-JIBO-FISTIVALA-ZAROKE ‫(1)‬ ‫‬ GIRKE-MESE-JIBO-FISTIVALA-ZAROKE ‫(186581505)‬ ‫‬