Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komînên Çiyayê Kizwana jinûva tên sazkirin

HESEKÊ – TEV-DEM`ê li herêma Çiyayê Kezawana hemleya jinûva sazkirina komînan destpê kir.HSK-AVAKIRINA-KOMINAN-LI-CIYAYE-KEZWANA (3)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca ji nûve avakirina Komînan duh civînek li gundê Mefreq Sedîq a girêdayî gundewarên Çiyayê Kizwanan lidar xist. Bi dehan şêniyên gund amade bûn. Her wiha Hevserokê Meclîsa gundên Çiyayê Kizwanan Husên Sîno û Endamê TEV-DEM`ê Xesan Salim di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.Paşê Hevserokê Meclîsa gundê Çiyayê Kizwana Husên Sîno li ser giringiya komînan di civakê de axivî û diyar kir ku di çarçoveya komînan de gel dikere xwe birêxistin bike.

Husên Sîno wiha domand:“Bingeha jiyana rêxistinî ji komînan de destpê dike û armanca xwe jiyana hevbeş e. Armanca ji nûve avakirina komînan ewe ku şaştî û kêmasiyên di demên dawî de derketine pêş bên sererastkirin″.

Paşê, Hevserokên komînê û endamên wê hatin hilbijartin.HSK-AVAKIRINA-KOMINAN-LI-CIYAYE-KEZWANA (2)

Welatiyê bi navê Xelef El-Kerîm diyar kir ku hemleya jinûva avakirina komînan gavekî baş e û wê pêdiviyên welatiyan bi cih bîne.

Her wiha komînên gundên″El-Sîhe, Toq El-Milih, El-Metel, Refref, Hawûz, Mefreq Sedîq, Um El-Dibis, Emro û Xao, Til Xano, Til Mecdel, Debaxiyê û Mitwesta″ ji nûve hatin avakirin.

Hemleya jinûva avakirina komînan li herêma Çiyayê Kizwanê didome.

(rr)

ANHA

HSK-AVAKIRINA-KOMINAN-LI-CIYAYE-KEZWANA (4) HSK-AVAKIRINA-KOMINAN-LI-CIYAYE-KEZWANA (1)