Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîseriya Bilind a hilbijartinên komînan nîqaş dike

Dîmen

QAMIŞLO – Komîseriya Bilinda a Hilbijartinan di civîna ku li bajarê Qamişlo hate lidar xistin de çend xalên sereke ji bo hilbijartinên komînan, diyar kir.QAM-CIVINA-FEDRALIYE ‫(180814338)‬ ‫‬

Komseriya Bilind a Hilbijartinan bi armanca danîna makenîzmeya lidarxistina hilbijartinên komînan li navenda Têkiliyên Diplomasî ya TEV-DEM`ê a  bajarê Qamişlo, civînek lidar xist. Di civînê de, endamên Komseriya Hilijartinan ên Herêma Cizîrê û Firatê û Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Foza Yûsifê, amade bûn.

Di civînê de, çawaniya pêkanîna xebatên hilbijartinan hate nîqaşkirin. Her wiha ji bo destpêkirina hilbijartinan sê noqateyên girîng hatin destnîşankirin. Noqte ev in: Nasnameya hilbijartinan, pêçikirin hilbijartinan û diyarkirina dema hilbijartinan.

Di dawiya civînê de nîqaş li ser çêkirina hilbijartinana hate kirin, encamên civînê wiha ye: şeklê dawî yê nasnameya hilbijartinê ji bo hersê herêman Cizîr, Firat û Efrîn ku nasnama hilbijartinê 8 salan tê bikar anîn, pêçkirina pîça çepê li ser nasnameya hilbijartinê heyanî dema hilbijartinê, deriyê hilbijartin ji 16`ê meha îlon`ê heynî 7 rojan berdewam dike.

Li ser esasê qanona hilbijartinan ya ku ji aliyê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyê ve di civîna xwe ya 3  de, dema hilbijartinan di 22`ê meha îlonê de, hate payîn.

(bx)

ANHA

QAM-CIVINA-FEDRALIYE ‫(1)‬ ‫‬ QAM-CIVINA-FEDRALIYE ‫(1)‬