Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Aborî ya Minbicê bi komîteyên çandiniyê re civiya

MINBIC – Komîteya Aborî ya Minbicê bi armanca pêşxistina rewşa çandiniyê li herêma Minbicê û gotûbêjkirina rêbazên pêşxistinê, bi Odeya Çandiniyê û komîteyên çandiniyê yên Minbicê re civiya. Di civînê de biryar hate girtin ku tov û semad û sotemenî bi buhayên guncaw li cotkaran bêne belavkirin.MINBIC-CIVINA-QUMITEYA-ABURI1 (2)

Bi armanca pêşxistina rewşa çandiniyê li herêma Minbicê û bi teybet çandiniya berhemên tenelî ku berhema stratejîk a herêmê ye, di dema ku cotkar dest bi çandina xwe dikin de, Komîteya Aborî ya Minbicê bi Odeya Çandiniyê û komîteyên çandiniyê yên Minbicê re civiya.

Di civînê de hevserokên komîteya Aborî ya Minbicê Henan Mihemed û Mihemed Seberî û endamên odeya çandiniyê ya Minbic û gundewarê wê û endamên komîteyên çandiniyê yên meclîsên herêmê beşdar bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê beşdaran rewşa çandiniyê û astengiyên rastî cotkaran tên gotûbêj kirin. Di civînê de her wiha rêbazên peydakirina sotemeniyê û semadê çandiniyê ji cotkaran re hate gotûbêjkirin da ku cotkar karibin hilberîna xwe baştir werbigirin.

Hevserokê Odeya Çandiniyê Cemîl Mihemed  di civînê de axivî û got ku genim hilberîna herî girîng û stratejîk li herêmê ye, li ser vê yekê û di encama nîqaşên civînê de, ew ê kartan ku têde rûpîvana zeviyên wan hatine diyarkirin li cotkaran belav bikin da ku ew li gorî van kartan tov, semad û sotemeniyê bi buhayên guncaw werbigirin.

Mihemed got ku buhaya kîloyeke tova genim dê bi 160 lîreyên Sûriyeyê were firotin û soz da ku ew ê semad jî bi riya dermanxaneyên çandiniyê li cotkaran belav bikin.

Hevserokê Odeya Çandiniyê Cemîl Mihemed  di dawiyê de got ku ew bi hevkariya cotkaran dê aboriya herêmê geş bikin.

(jh)

ANHA