Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Amadekar a Kongreya Jinên Kurdistanî li Kobanê dest bi civînan kir

KOBANÊ – Komîteya Amadekar a Kongreya Jinên Kurdistanî bi hevkariya Rêxistina Kongreya Star a Kobanê, yekemîn civîn li Kobanê, lidar xist. KOBANE-KONGGRE-JINAN1 ‫(100860419)‬ ‫‬

Bi armanca şirovekirina giringiya Kongreya Jinên Kurdistanî, Komîteya Amadekar a Kongreya Jinên Kurdistanî bi hevkariya Rêxistina Kongreya Star a Kobanê, yekemîn civîn li navenda Kongreya Star a Kobanê bi beşdarbûna bi dehan jinên Kobanê, lidar xist.

Di civînê de Hevserokatiya Kantona Cizîrê Hîva Erebo, ji Rêveberiyên Kongreya Star Welîda Botî, Endamê Rêveberiya Kongreya Star a Kobanê Felek Yûsif û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobnanê, Fewziyê Ebdî amade bûn.

Civîn bi bîranîna hemû cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, Felek Yûsif axivî û  bi xêrhatina beşdaran, kir.KOBANE-KONGGRE-JINAN1 ‫(100860417)‬ ‫‬

Piştre, Hîva Erebo axivî û destnîşan kir ku ev demeke ku ji bo Kongreya Jinên Kurdistanî xebat tê meşandin û herî dawî jî wekî gava destpêkê civîneke berfireh bi amadebûna nûnerên hemû jinên Kurdistanî li Silêmanî hate lidarxistin û wiha pê de çû:”Yek ji encamên wê civînê ew bû ku li her parçeyekî Kurdistanê komîteyeke werê avakirin û ew komîte li parçeyê ku lê dimîne dest bi xebatên ji bo amadekirina Kongreya Jinên Kurdistanî, bike. Ji bo Rojavayê Kurdistanê jî, komîteyek ji 20 kesan hate avakirin. Ev komîte dest bi lidarxistina civînan ji jinan re kiriye û serdana hemû rêxistin û saziyên jinan dike û ji wan re giringiya lidarxistina Kongreya Neteweyî, şirove dike”.

Hîva anî ziman ku Kongreya Jinên Kurdistanî ji bo hemû jinan giring e, ji ber vê yekê jî pêwîst e her jinek piştgirî bide vê kongreyê.

Di dawiya civînê de, jinên Kobanê tekez kirin ku ew ê piştgirî bidin Kongreya Jinên Kurdistanî.

(şm-ae/kc)

ANHA