Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Ciwanan a Reqayê bi tîmên sporê re civiya

EYN ÎSA- Komîteya Ciwan û Sporê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca pêşxistina xebatên spore bi tîmên sporê re civiya.

Komîteya Ciwan û Sporê ya Reqayê yekem car bi nûneêrn tîmpên sporê yên gundên Reqayê yên rizgarkirî re dicive.

Civîn li navneda Komîteya Ciwanan û Sporê ya Êyn Îsa hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê rewşa sporê û zehmetiyên pê re rû bi rû dimînin hate nîqaşkirin.

Di civînê de her wiha li ser girîngiya vekirina buroya ciwan û spore li gund û bajarokan hate vegotin û hate gotin ku divê ciwanên li koçberiyê werin teşwîqkirin ku vegerin warê xwe, her wiha destpêkirina dewreeyê amadekariya xebatkarên sporê jî hate vegotin.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Sporê Mihemed Hewaş  derbarê mijarê de axivî û got ku ev yekem civîne di vê çarçoveyê de lidar dixin û ev tişt anî ziman: ” Piroje ji bo kar û xebatên sporê em pêş dixin. Me çareserî ji pisgirêkên ku rastî werzîşvanan dîtin û em bang li hemû ciwan dirin  ku vegerin welatê xwe.”

 (bx/dc)

ANHA