Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Kongreya Netewî bi jinên Til Temir e civiya

TIL TEMIR – Di çarçoveya rêzecivînên ku Komîteya Amadekar a Kongra Netewî ya Jinên Rojava-Bakûrê Sûriyê lidar dixe, civînek ji jinên bajarê Til Temir re hate lidarxistin.TILTEMIR-CIVINA-KOMITA-AMADEKAR-A-KONGIREYA-NETEWI-A-JINA-KURDISTANI

Civîn bi hevkariya Kongra Star li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê bi beşdariya hejmarek jinên bajêr ku rêveberên saziyan jî di nava de hate lidarxistin.

Endama Rêveberiya Kongra Star Welîda Botî, Berdevka Komîteya Civakî Gulîstan Elî û Endama Hevgirtina Çepên Demokratîk Rojîn Badilî amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê Gulîstan Elî bi xêrhatina beşdaran kir û armanca civînê ji beşdartan re şîrove kir û got ku civîn di çarçoveya lidarxistina civînên ku komîteya amadekar ji bo ku nerîn û pêşinyarên jinên Rojava- Bakûrê Sûriyê derbarê Kongra Netewî ya Kurdistanê ku wê di demeke nêz de were lidarxistin bigirin.TILTEMIR-CIVINA-KOMITA-AMADEKAR-A-KONGIREYA-NETEWI-A-JINA-KURDISTANI2

Di berdewama civînê de Rojîn Badlî axivî û diyar kir ku Kongreya Netewî ya jinên Kurdistanê bi armanca hevgirtina hemû jinên Kurdistanê dê were lidarxistin.

Paşê endama rêveberiya Kongra Star Welîda Botî li ser girîngiya lidarxistina axivî û kongre wê kongreya sêyemîn li ser asta Kurdistnaê be û wiha dom kir: ʺBeriya vê Kongreke li Amadê ya din li Hewlêrê hatin lidarxistin. Niha jî em amadekariya kongrya sêyemîn dikin.ʺ

Welîde destnîşan kir ku piştî têkilî û nîqaşan bi kesayetên niştîmanî, partiyan û rêxistinên Kurdistanê re komîteyek ji 20 kesan hate avakirin.

Civîn bi guhdarkirina nerîn û pêşinyarên beşdaran bi dawî bû.

(jo)

ANHA