Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Kongreya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê civiya

AMÛDÊ – Komîteya Amadekar a ‘Kongreya Damezrêner a sîstema rêveberiya pêşerojê ya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê’ dest bi civîna xwe kir.

Civîn bi beşdariya her 13 endamên komîteyê li Qesra Mêhvanan a Rêveberiya Xweseriya Demrokatîk a li bajarê Amûdê ji dezgehên çapemeniyê re girtî tê lidarxistin.

Endamê Komîteyê Telal Mihemed agahî da ANHA’yê û destnîşan kir ku ew ê di vê civînê de çawaniya civandina pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê gotûbêj bikin, he wiha ji bo civîna bi pêkhateyan re dê bernameyek were danîn.

Li gorî vê bernameya ku dê were derxistin wê aliyên ji bo kongreyê werin vexwendin diyar bibin.

Civîn ji didome…

(he)

ANHA