Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Lêpirsînê ya Mensûra dest bi xebatê kir

Dîmen

TEBQA – Dîwana Dada Civakî ya herêma Tebqayê Komîteya Lêpirsînê li bajarokê Mensûra ku 20 km dikeve rojhilatê bajêr ava kir. Komîteye dest bi xebatê kir.

Komîte ji 5 endaman pêk tê, 3 dadwer ku yek ji wan berdevkê bi navê komîteyê ye, 2 jî endamên dîwana komîteyê ne ku yek jê katibê dîwanê ye.

Komîte bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Mensûra û meclîsên herêmî wê dozên ku ji wan re hatine pêşkeşkirin lêkolîn bike û agahiyan derbarê wan dozan kom bike. Piştre wê dosya dozan radestî Dîwana Dada Civakî ya Tebqayê bike.

Berdevkê Komîteya Lêpirsînê ya Mensûra Mihemed Nor, diyar kir ku hevkariyeke mezin a tevahî hêzên ewlekariyê û meclîsên Mensûra bi Komîteya Lêpirsînê re heye.

(rr)

ANHA