Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Perwerde navenda xwe li Tebqayê vekir

Dîmen

TEBQA – Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Tebqayê piştî 5 mehan ji kar û xebatan navenda xwe vekir.

Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê di meha tîrmehê de hate vekirin û li navanda Meclîsa Sivîl a Tebqa ya li taxa Meqasim bi cîh bû.

Ji ber hejamar dibistanan li bajar hatine vekirin giha 159 dibistanin û ji ber hejamara xwenekaran a zêde ku bûye 50 hezar xwendekar û hezar mamoste wan fêr dikin, komîteyê pêwîstî dît ku navendekê vebike.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqa yê Rewşen Hemê, hevserokê Meclîsa Rêveber Şiyar Mihemed, cîgerê hevserokê Meclîsa Zagonsaz Elî Hemîdî, hevseroka komîteya Perwede Fereh Hisên, her wiha endam û rêveberên Meclîsa Jin a Tebqa û gundewarên wê, beşdarî merasîma vekirinê bûn.TEBQA-AVAKIRNA-KOMITEYA-PERWERDEKIRNE (4)

Di mersîma vekirinê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Rewşen Hemê kar û xebatên komîteya Perwerde û Fêrkirnê pîroz kir.

Navenda komîteya Perwerde dikeve taxa duyemîn a bajarê Tebqayê.

Fereh Hisên  Di merasîmê de axivî û wiha got: “Riya me zehmete lê baweriyê me bi we û bi hevserokatiya komîteyê heye ku wê kar û xebatên xwe baş bimeşînin û nivşên nû li ser esasê rast bidin ava kirin.”

Rêvebera Meclîsa Jin a Tebqa û gundewarên wê Wela Nacî wiha di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: “Em hemû dizanin ku fêrkirin bingeha her tiştî ye, Em ê bi perwedeyê fikirê nifşên nû pêş bixin.”

Di dawiya merasîmê de beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

(bx)

ANHA