Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya tomarkirina sivîlan a Tebqayê dest bi karê xwe kir

TEBQA – Komîteya Tomarkirina Sivîlan a Meclîsa Sivîlan a Tebqayê dest bi karê xwe kir û êdî nasname, belgeyên malbatê, tomarkirina peymanên zewacê û rewşên zayînê, qeyid dike.

Komîteya Tomarkirina Sivîlan a Meclîsa Sivîlan a Tebqayê ji bo kesên ku belgeyên wan ên kesayetî tine be û di şer de wenda bibû, an jî  beriya ku bajar were rizgarkirin, çeteyên DAIŞ`ê ji wan girtibe, were bikaranîn hate avakirin.

Belgeya pênaseyê yan belgeya malbatê bi hevkariya meclîsên taxan û hêzên ewlekariya hindirîn têne dayîn.

Şertên li ser kesên doza nasnameyê dikin ew ku 2 kefîlan bîne ku wî nas dike û şahidiyê bikin ku ew ji şêniyên Tebqayê ne.

Komîteya Sicîla Sivîl heta niha 15 nasname, 8 belgeyên malbatên, 9 peymanên zewacê dane, her wiha 10 rewşên jidayîkbûnê qeyd kirine.,

Serokê kantoni Fatima Al-Abdullah

Ev belge û nasnameyên ji welatiyan re têne dayîn ji bo hêsankirina çûn û hatine welatiyan di herêmên hêzên QSDʹê rizgarkirine, pêk were.

TEBQA-NIUSE SIVIL DES PE DIKE ‫(1)‬ ‫‬

Hevseroka Komîteya Tomarkirina Sivîlan a Meclîsa Sivîlan a Tebqayê Fatma El-Ebdela got ku kr û xebatên komîteya wan bi armanca rakirina rutîn û bîruqratiyê didome û da zanîn ku pîla wan a pêşerojê ew e ku nasna ku pîlana wan ew e ku nasnameyên dayimî bidin welatiyanû destnîşan kir ku vê dê li gorî pîlanekê pêk were.

(jo)

ANHA