Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Yekîtiya Kargehan a Herêma Hesekê hate avakirin

HESEKÊ – Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Herêma Hesekê ya Herêma Federal a Cizîrê, Komîteya Yekîtiya Kargehan ava kir.HSK-AVAKIRINA-DESTEYA-KARKEH ( (1)

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê bi armanca avakirina Komîteya Yekîtiya Kargehan a Herêma Hesekê ya girêdayî Herêma Federal a Cizîrê civînek organize kir.

Di civîna ku li hola ciwanan a taxa Kelasê hatiye lidarxistin de, bi dehan pîşesaz û xwedî pîşe amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê Mihemed Seîd El-Umer axivî. Mihemed El-Umer bal kişande ser rewşa siyasî ya li herêmê û rojevên heyî nirxandin.

Her wiha Hevseroka Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê Welîde Îbrahîm jî li ser armanca avakirina Komîteya Yekîtiya Kargehan axivî.HSK-AVAKIRINA-DESTEYA-KARKEH ( (3)

Welîde da xuyakirin ku bi avakirina Yekîtiya Kargehan re dê ji hemû pîşesazan re sûd be û armanca wê rêxistinkirina kargehan û pêşxistina wan e.

Welîde wiha dirêjî da axaftina xwe:”Armanca avakirina komîteyê, xurtkirina têkiliya  di navbera kargehan de û parastina mafê kargeha ne”.

Civîn bi hilbijartina 7 endamên rêveber ên Komîteya Yekîtiya Kargehan Emîn Hemo, Semîr El-Humsî, Rodî Bekir, Lorans Ife, Îsmaîl Reşo, Elî Ebdo û Mesûd Yûnis, bi dawî bû.

(rr/kc)

ANHA