Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komîteya Zimhêr a Eyn Îsa bazaran kontrol dike û buhayan diyar dike

 EYN ÎSA – Komîteya Zimhêrê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa rewşa bazaran dişopîne û buhayê madeyan kontrol dike.IBRAHIM-300x225

Li navçeya Eyn Îsa ya girêdayê kantona Girê Spî piştî 5 salan ku jiyan li winda bibû, şervanên QSD`ê navçe rizgar kir û jiyan ji nûve lê vegerandin. Şêniyên bajar dest bi karê xwe kirin dukênên xwe vekirin. Şaredariya Gel a bajar bi armanca birêxistinakirina rewşa bazarên navçeyên û gundewarên wê  ji aliyê diyarkirina buhayên madeyan û rê li ber girtina keysebaziyê  her wiha ji bo kontrolkirina madeyan, ji beriya 4 mehan ve Komîteya Zimhêrê ava kir. Komîteyê dest bi xebatên xwe kir û bazarên navçeyên û gundewarên wê şopand da ku buhayên tiştan diyar bike û madeyan kontrol bike.

Komîte di çarçoveya şopandina buhabûna pêdiviyan û şopandina sûkan de li gorî zagonan tevdigere.

Dukandarên ku buhabûna madeyên firotinê zêde dikirin hatin mûxalefet kirin, her wiha dûkanên ku ruxset negirtine mûxalefetên madî ji wan hate xwestin.

Bazirganên navçeya ji bo kirîna madeyan ji bajarê din zehmetiyan dikişînin.

Bazirganê bi navê Mihemed Hisên diyar kir ku ew madeyan ji bajarê din li beramberî dolar buha dikirin û got: “Em madeyên xwe ji bajarê Minbic û Qamişlo gelekî buha dikirin.  Lê gelek caran buhayê ku komîteyê diyar kiriye ne li gorî buhayê ku me kiriyê, ji ber vê yekê bazirganiya me sernakeve.”

Hisên bang li komîteya Zimhêrê kir ku li bajarên din jî bazirgan zagonên wê, pêk bînin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed Îsmaîl destnîşan kir ku buhaya madeyan hindekî giran e lê piştî ku komîte hate avakirin gelek bazirgan zagonan pêk tînin.

Hevserokê komîteya Şopandin û Zimhêrê Îbrahîm Elî got ku wê ji bo şîkayetê dê xetên telefon were diyarkirin û nûmare wê li hemû welatiyan were belav kirin.

(bx)

ANHA