Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komkujiya 25’ê Hezêranê di roja xwe tê bibîranîn

KOBANÊ – Komîteya Amadekar a ‘Çalakiyên yekemîn bîranîna komkujiya Kobanê û Berx Botanê’ bernameya xwe diyar kir.

Li gorî agahiyên ku komîteyê dane, merasîma bîranîna şehîdên ‘Komkujiya 25’ê Hezêranê’ û Berx Botanê wê li Goristana Berx Botan û Goristana Şehîdên Komkujiya 25’ê Hezêranê werin lidarxistin. Ev bîranîna wê di roja 25’ê hezêrana 2016’an saet di 08.00’an de, were organîzekirin.

Wê ji desteyên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk, Tevgera Civaka Demokratîk, saziyên civaka sivîl, partî û rêxistinan jî, rayedar, rêveber û endam tevlî bibin.

Di vê bîranînê de wê Saziya Malbatên Şehîdan belgenameyên şehîdan û wêneyên wan radestî malbatên wan bikin.

Di 25’ê hezêrana 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê li gundê Berx Botan û bajarê Kobanê li dijî welatiyên sivîl komkujî pêk anîn. Di van komkujiyan de 231 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

(he)

ANHA