Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komplo li Dirbêsiyê hate şermezarkirin

DIRBÊSIYÊ – YPG/YPJ’ê û bi hevkariya Meclîsa Malbatên Şehîdan bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan civînek berfireh li salona gundê Etşan li dar xist.DIRBESIYE-CIVINA-BO-APO (1)

Civîn bi beşdarbûna sedan şêniyên herêma Dirbêsiyê li salona gundê Etşan a Dirbêsiyê hate lidarxistin. Salona civînê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdan û al û sembolên Bakurê Sûriyê hate xemilandin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endamê Fermandariya YPG’ê Reşîd Umer axivî. Di axaftina xwe de komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û got ku komplo li dijî fikir û felsefeya Ocalan pêk hatiye.

 

DIRBESIYE-CIVINA-BO-APO (4)

Umer di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Ocalan bi fikrê xwe azadiya gelê herêmê pêk aniye û îro serkeftinê li Bakurê Sûriyê bi saya fikrê Ocalan e.

Umer di dawiya axaftina xwe de soz da ku dê tekoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em soz didin ku em ê xeta berxwedanê ku em ji Rêber Ocalan fêr bûne, bidomînin da ku azadî pêk were.”

DIRBESIYE-CIVINA-BO-APO (3)

Di berdewama civînê de Endama Fermandariya YPJ’ê Kurdistan Çiya axivî û got ku bi saya fikrê Ocalan îro azadiya jinan pêk tê û wiha dom kir: “Tevî rewşa zehmet ya girtîgeha Îmraliyê jî lê Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan tekoşîna xwe dewam kir da ku mafê jinan bidest bixe.”

Kurdistan bang li hemû jinan kir ku tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan pêş bixin.

Civîn bi diruşmeyan bi dawî bû.

(dc)

ANHA