Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Komplo têk çû, pêwîst e Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî werê lidarxisitn’ 

DÊRIK – Enadmê Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Aldar Xelîl da zanîn ku komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan têk çû û bang li tevahî hêz û partiyên kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û Kongreya Neteweyî  ya Kurdistanî lidar bixin.

‘Federaliya li ser fikrê Ocalan çareseriya herî guncaw e’DRK-ALDAR-XELIL ‫(1)‬

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Aldar Xelîl beşdarî meşa ku duh li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî hatibû oragnîzekirin bû û da zanîn ku Federaliya ku li ser fikirê Ocalan hatiye hunandin, çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye.

Xelîl got ku hêzên komploger di 15′ê sibatê de, komployek li dijî tevahî mirovahiyê dane meşandin û wiha domand: ″Hêzên tarî yên cîhanê xwestin vîna gelan têk bibin, ji ber vê komployek li dijî Ocalan ku fikrê li derveyî sîstemên desthilatdar belav dikir û hemû gelên azadîxwaz dane meşandin. Ocalan ne tenê Rêberê pêkhateyekê yan jî gelekî ye, ew fîlozofê serdemêye û riya azadiya gelan ronî kiriye.″

Helwesta saziyên mafên mirovan derbarê Ocalan de

Xelîl di berdewama axaftina xwe de helwesta rêxistin û saziyên mafên mirovan li hember tecrîda li ser Ocalan bi bîrxist û got: ″Kesên ku banga mafê mirovan dikin, bi çi rengî qebûl dikin ku kesayeteke demokrat û azadîxwaz ku banga biratiya gelan, jiyana hevbeş û wekheviyê dike, di zindanan bimîne!?.”

′Komplo têk çû′

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê  anî ziman ku fikirê Ocalan li tevahî deverên cîhanê belav bûn û bi vê yekê komploya navneteweyî têk çû û wiha dirêjî da axaftina xwe: ″Hêzên tarî nikarîbûn rê li pêşiya belavbûna ramanên Rêbertiyê bigirin û wî dûrî gelê wî bixin. Ocalan riya azadî û edaletê ronî kir. Ev yek nîşaneya têkçûna komployêye.″

Xelîl her wiha destnîşan kir ku Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd e, lê belê Rêberê tevahî pêkhateyên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û wiha pê de çû: ″Îro her pêkhateyek bi zimanê xwe banga azadiya Ocalan dike. Şoreşa Rojava xwe disipêre neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş.ʺ

′Sîstema demokrasiyê komployê şermezar dike′

Xelîl di dirêjiya axaftina xwe de got ku sîstema demokratîk a li ser fikirê Ocalan hatiye avakirin, şermezarkirina rasteqîn a komployê ye û wiha dom kir: ″Sîstema ku di saziyên Rojava de hatiya rûniştandin, sîstema parastinê. Pêşengtiya jinê ji şoreşa Rojava re, bi saya têkoşîn û berxwedan Ocalan pêk hatiye. Bi serbilindî em dibêjin ev qada fikir û felsefeya Ocalan e. Serketinên ku li Rojava hatin bidestxistin, bi serê xwe şermezarkirina komployê ne. Em bi riya biratiya gelan û neteweya demokratîk bersiva komployê didin û ber Federaliyê ve diçin.ʺ

′Federaliya Demokratîk çareseriya herî guncaw e′

Xelîl her wiha derbarê aloziya Sûriyê de nirxandin kir û got ku civînên navneteweyî ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, bê nûneriya gelê Sûriyê biser nakevin û wiha got: ″Federaliya Bakurê Sûriyê ku li ser fikirê Ocalan hatiye avakirin, çareseriya herî guncaw a aloziyêye.″

Kongreya neteweyî

Xelîl lidarxistina Kongeriya Netewî jî anî ziman û got ku ew wek TEV-DEM, ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî amade ne û wiha domand: ″Lidarxistina Kongreyê misogeriya yekîtiya gelê Kurde. Ocalan her dem banga lidarxistina Kongreyê dike. Em ê hemû derfetên xwe bixin xizmeta gelê xwe. Di vê çarçoveyê de, divê hemû hêz û partiyên kurdî yekîtiya xwe ava bikin û amadekariya lidarxistina Kongreyê bikin û destkeftiyên ku li herçar parçeyên Kurdistanê hatin bidestxistin, biparêzin.″

(mm/dc)

ANHA