Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komploya li dijî Ocalan hate şermezarkirin

EFRÎN – Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got Ocalan dê aloziya Rojhilata Navîn çareser bike.

Têkildarî komploya navdewletî ya 9`ê Cotmehê, Desteya Têkiliyên Derve ya kantona Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewletên dagirker Kurdistanê parçe kirin û niha hewldidin ku gelê Kurd di bin dagirkeriya xwe de bihêlin. Di salên heftê de ciwanên Kurd bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî vê dagirkeriyê serê xwe hildan. Bi guleya yekemîn ya Fermandar Egîd re bi sedan ciwanên Kurd tevlî Tevgera Azadiyê bûn.

Gelek dewletan cihê xwe di komploya navdewletî ya li ser Rêber APO girtin. 9`ê Cotmehê destpêka komploya li ser Rêber APO bû.

Em weke Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê komploya navdewletî ya li ser Rêber APO şermezar dikinʺ.

(np)

ANHA