Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komploya navneteweyî bi ramanên azadiyê têk çû

Dîmen

GULISTAN FECIR

HELEB – Şêniyên bajarê Helebê komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan wekî ″Roja reş″ bi nav kirin û da zanîn ku komplo bi ramanên Rêbertiyê hat pûçkirin.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî sala 19′emîn bû. Gelê Helebê komplo û bêdengiya navneteweyî ya li hember vê yekê şermezar kirin.

Welatiya bi navê Emîne Reşîd diyar kir ku armanca ji komployê şikandina vîna gelê Kurd e û wiha got, ″Roja komployê di dîroka gelên herêmê de, bû rojeke reş.″

CIHAN

Welatiya bi navê Jiyan Hesen jî diyar kir ku komploya li dijî Ocalan bi hevkariya bi gelek dewletên ku îdîaya azadî û demokrasiyê dikin pêk hat. Jiyan wiha domand, ″Armanca ji komployê têkbirina ramanên azad ên Ocalan e.″MULIDA

Her wiha welatiya bi navê Mewlîde Umer jî da zanîn ku hêza tarî ya ku xwest di kesayeta Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de şoreşa gelê Kurd bin bixe.

Axaftvanan di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî rêxistinên ku îdîaya azadî û demokrasiyê dikin, kir ku bikevin tevgerê da Rêbertî azad bibe.

(mm)

ANHA