Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Komseriya Bilind a Girê Spî daxwaznameyan lêkolîn dike

GIRÊ SPÎ – Komseriya Bilind a hilbijartinan a Kantona Girê Spî ya herêma Firatê dest bi xwendina daxweznameyên hevserokên komînan, kir.RIM RECIB

Piştî dawîbûna dema qebûlkirina daxwaznameyên bernamzetên hevserokên komînan di 5`ê elonê ve, Komseriya Bilind a hilbijartinan a Kantona Girê Spî ya girêdayî herêma Firatê dest bi xwendina daxwaznameyên bernamzetan kirin.

Hejmara daxwaznameyên bernamzetan li Kantona Girê Spî gihişt hezar û 60 daxwaz ji wan 450 jin in.

Hevseroka Komseriya Bilind a hilbijartinan a Girê Spî Rîm Receb got ku hejmara jinan ne weku tê xwestin  û da zanîn ku ev pêngaveke nû ye li ser jinên kantonê ye.

Komseriya Bilind a hilbijartinan 15 komîte li Kantona Girê Spî avakiriye da ku daxaznameyên bernamzetan bixîwne û lêkolînê derbarê wan de bike.

(jo)

ANHA