Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Konferansa damezrêner a komîna şano ya Kantona Cizîrê tê lidarxistin

Dîmen

QAMIŞLO –Konferansa  damezrêner a komîna şano ya Kantona Cizîrê li Navenda Çand û huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, tê lidarxistin.QAM_KONFRANSA_SANO_EA_ TIV_JANDI ‫(118751745)‬ ‫‬

Di bin dûrişmeya “Bi şanoya azad em ê civakek demokratîk ava bikin”, konferansa damezrêner a komîna şanoyê ya Kantona Cizîrê tê lidarxistin.

Di konferansê de, Nûnerên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, amade bûn.

Salona konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên şanoya Kurdî, her wiha pankartên bi nivîsên”şano neynika jiyanê ye, şano ji bo avakirina çanda civakê dibistan e, şanoya azad jiyana azad dafirîne, şano dayika hemû huneran e, şano civakê li ser dikê nîşan dide”hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dîwana konferansê ji 5 kesan ji aliyê beşdaran ve.QAM_KONFRANSA_SANO_EA_ TIV_JANDI ‫(118751747)‬ ‫‬

Paşê, Endamê Desteya Rêveber ê TV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî û lidarxistina konferansê li başdaran pîroz kir û wiha domand:”Yek ji rê û şêwazên belavkirina şoreşê çand û şano ye. Çand roleke pêşeng di belavkirina hişmendiya şoreşê de dilîze, her wiha dikare zihniyeta desthilatdar û kapîtalîzmê jî rabike”.

Tê payîn piştî axaftina vekirina konferansê bi dawî bibe, dê konferans bi pêşandana sînevizyonekê li ser şehîdên şanoyê, bidome.

(rr)

ANHA