Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Konferansa Jinelojî gaveke ber bi pêkanîna jiyana azad ve ye‘

QAMIŞLO – Nûnerên Dêrazor û Reqayê yên beşdarî Konferansa Jinelojiya bûne konferans wekî gaveke ji bo xûrkirina jiyana azad û bingeha vegra jin li ceweherê xwe yê dîrokî bi nav kirin.

Yekemîn Konferansa Jinelojî li ser asta Bakurê Sûriyeyê di roja xwe ya duyemîn de didome. Nûnerên Derazor û Reqayê yên ku beşdarî konferasnê bûne, nêrînên xwe derbarê konferasnê de anîn ziman.

Nûnera ji Dêrazor Îman El-Ehmed konferans li tevahî jinên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û got ku ev konferans ji bo jinên Dêrazorê gaveke pir girîng e ku azadiya xwe bi dest bixistin û mafên xwe misoger bikin.

EMAN-620x364

Îman El-Ehmed anî ziman ku ev konferans dê bibe bingeha têkoşîna wan a ji bo azadiya jin û got “Em wekî jinên Dêrazor di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê me zehmetiyên mezin kişandin. Ez dibêjin ku dema, dema şikandina bendên koletiyê ye û destpêka jiyana azad e.”

Îman bal kişand li ser tevlîbûna jin a ji bo konferansê û wiha dom kir “Konferans bi tevlîbûna jinên ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dewlemend bû, nîqaşên wê jî berfireh bû û pêşniyar hatin girtin. Li ser vê yekê divê em mil bi mil ji bo pêşeroja jina Sûriyeyê hevgirtina xwe xûrt bikin. Em bi hêvî dikin ku ev konferans encamên baş bi xwe re bîne.”

SOUHAD-620x364

Ji aliyê xwe ve, Nûnera Ji Reqayê Sûad El-Kurdî got “Di demeke wisa hesas re ku Sûriyeyê û bi taybet Reqa tê de derbas dibe, ev konferans pir girîng e. Wekî zanist jî pêwîste belav bibe û li hemû herêmên ku ji DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin perwerde li ser wê were dayîn.”

Sûad El-Kurdî destnîşan kir ku jin xwedî îrade û hêz e û pêwîstiya wê bi vê zanistê heye û wiha got “Armanca me avakirina jiyaneke diruste. Ev zanisteke ronakbîrî ye ji ber ku fikir û nêrîna jina azad belav dike.”

Sûad El-Kurdî axaftina xwe wiha bi dawî kir “Ev konferans gaveke esasî ye ji bo ku jin bi cewherê xwe jiyan bibe û ji bin bandor û bermahiyên modernîteya kapîtalîzmê rizgar bibe û jiyaneke demokratîk, hevbeş, bi fikirê û îradeya jin ava bibe.”

(bb)

ANHA